Serlêdanên di meşên nûçeya bi Kurdî, Tirkî, nûçeya bi dîmen, wêne û karîkatur de hatin kirin, ji aliyê jûrî ve hatin nirxandin û encamên wê hatin aşkerakirin.

Di daxuyaniya Civata Rojnamevanên Azad a li ser mijarê de hat gotin, "Me dixwest merasîma xelatên çapemeniya azad a îsal di 21'ê Îlonê de li Wanê pêk bînin. Lê belê ji be qewimînên li Kurdistanê, pêkanînên rewşa awarte û kiryarên desthilatdariyê yên li Cizîr, Sûr, Farqîn û tevahiya herêmê, em neçar man merasîma xwe ya xelatan taloqî 15'ê Mijdarê bikin. Em bawerin ku hempîşeyên me, malbatên hevalên me yên rojnamevan ên şehîd ketine û hemû mêvanên me ew vexwendine, wê bi xweşbînî vê biryara me pêşwazî bikin."


Nûçeya Kurdî: Rojnamevan Gokhan Altay bi nûçeya xwe ya bi navê "Ji bo mîtînga AKP'ê gefa lêpirsînê ya li karsaz" bû yekemîn, rojnamevan Îbrahîm Bûlak bû duyemîn û rojnamevan Nûrşen Butuşeba hêjayî xelata teşwîkê hat dîtin.


Nûçeya Tirkî: Nûçeya Nedîm Turfent a bi serenavê "Vê dewletê vaye ev jî kir!" bû yekemîn. (Nûçegihanê Ajansa Nûeçyan a Dîcleyê yê Colemêrgê). Hasan Akbaş jî xelata taybet a Jûrî bi dest xist. (Nûçegihanê Rojnameya Evreselê yê Amedê)


Karîkatur: Berhema Aşkin Ayrancioglû ya bi navê "Selfiya Aştiyê" û berhema Mûsa Keklîk a bi navê "Hilbijartin" hêjayî xelata yekemîniyê hatin dîtin. "Deşîfrasyon" a Mahmût Ûlûsan jî hêjayî xelata taybet a jûrî hat dîtin.

Wêne: Du wêneyên Ramazan Seykan ên bi navê "Provokasyona bi xwîn" hêjayî xelata yekemîniyê hat dîtin. (Nûçegihanê Rojnameya Guneydogû Ekspres). Wêneyê koça ji neçarî yê bi navê "Sînorê Kobanê-Pirsûs" ê Welat Cîn hêjayî xelata taybet a jûrî hat dîtin.


Nûçeya bi dîmen: Nûçeya Bekîr Guneş û kameraman Gokhan Çetîn a bi serenavê "Li Cizîrê gel bi qulên di dîwarê hewşê de vekirîne, xwe digihîne hev" a di IMC TV de hat weşandin hêjayî xelata nûçegihaniya bi dîmen hat dîtin.  


 AMED