Di serdema perwerdehiya 2016-2017’an de dibistanên Tirkiyeyê deriyên xwe li perwerdehiyê vekirin. Lê li navçeya Geverê ya Colemêrgê Dibistana Seretayî ya Dayika Uveyş ku rastî êrîşa hêzên dewletê hat û zerar dît, hêj amadekariyên wê temam nebûne. Ji ber amadekari bi dawî nebûne, hêj dest bi xizmeta perwerdehiyê nekiriye. Bi hezaran xwendekarên Kurd ji ber tunebûna perwerdehiya zimanê dayikê mexdûr bûn û li benda vekirina Dibistana Dayika Uweyş in.
Ji 33 hezarî daket 26 hezarî
Li navçeya ku bi giştî 35 dibistanan lê hebûn û piştî berxwedana rêveberiya cewherî 11 dibistan ji aliyê hêzên dewletê ve hatin hilweşandin, hejmara xwendekaran jî ji 33 hezarî daket 26 hezarî. Gelek xwendekarên qeyda xwe çêkiribûn jî ji ber tunebûna perwerdehiya zimanê zikmakî a Kurdî beşdarî dersên yekemîn ya sala perwerdehiya nû nebûn.
Dibistana Kurdî gelek caran hat girtin
Hêzên dewletê piştî li navçeyê berxwedan pêk hat ji bo ku pileya koçberiyê zêdetir bikin rasterast dibistanan hedef girtin û Dibistana Seretayî ya Dayika Uveyş a yekemîn dibistana perwerdehiya Kurdî dida jî ji wan êrîşan para xwe girtin. Dibistan di sala 2014’an de ji aliyê KURDÎ-DER’ê ve hat vekirin û li taxa Esentepeyê bi nêzîkê 100 xwendekaran dest bi perwerdehiyê kir. Tîmên taybet gelek caran di ser dibistanê de girtin û mohr kirin. Ligel van astengiyan jî welatiyan bi berxwedanê dibistanê careke din li Parka Apê Mûsa vekirin û piştre cihê dibistanê birin taxa Nû.
Xwendekar li benda dibistanê ne!
Bi “Qedexeya derketina kolanan” re cihê dibistana Kurdî ya kevn ku ji aliyê hêzên dewletê ve hat dagirkirin û bû qereqol. Ji ber şertên piştî qedexeyê jî amadehiyên dibistana Kurdî ji bo sala perwerdehiya nû temam nebû û venebû. Gelek xwendekar hêj li benda vekirina dibistana xwe ne û hat zanîn ku gelek xwendekaran jî li dibistanên dewletê qeyd nekirine. Malbatên xwendekarên dibistanê jî ji bo perwerdehiya zimanê dayîkê bi hêviya vekirina dibistana Kurdî zarokên xwe nebirin dibistanên fermî.