Di merasima mezûniyetê de Wekîlê Şaredarê Hezexê Selahattin Acar û 50 xwendekar amade bûn. Xwendekaran di merasimê de sertîfîkayên xwe ji aliyê mamosteyên xwe ve wergirtin. Li Mala Piştgiriya Perwerdehiyê 70 xwendekaran nêzî 3 mehin perwerdehiya zimanê Kurdî ditînin û ji 70 xwendekaran 50 xwendekaran sertîfîka girt. Mamosteyê Mala Piştgiriya Perwerdehiyê ya Feqîyê Teyran Menaf Nas, diyar kir ku armanca wan xwendin û nivîsandina Kurdî pêş bixin û Kurdî bikin zimanê perwerdehiyê. 

DÎHA/ŞIRNEX