Xwendekarên Zanîngeha Kurdistan a li Parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê şermezar kirin û piştgiriya xwe ya bi “Berxwedana Rûmetê” re anîn ziman.

Bi sedan xwendekarên li ber avahiya zanîngehê kom bûn, pankartên bi rengê zer ku li ser “Rojava” hatiye nivîsandin bilind kirin û dirûşmeyên dilsoziyê bi Rojava re berz kirin.

Di daxuyaniya li ser navê xwendekaran de, êrîşên dewleta Tirk bi tundî hatin şermezarkirin û piştgiriya bi berxwedana şervanên QSD’ê re hat diyarkirin.

 

 SINE