PADÊ bi boneya duyemîn salvegera Komkujiya Şengalê 3’ê Tebaxê daxuyaniyeke nivîskî weşand. PADÊ di daxuyaniya xwe de ew fermana 74’an bi tundî şermezar kir û got; “Em bi rêzdariyeke mezin şehîdên xwe bi bîr tînin. Her weha ji bo hemû gelê xwe yê penaber û koçber jî sebrê dixwazin.”
PADÊ di dewama daxuyaniya xwe de ragihand ku divê rêveberiya xweser a Êzîdiyan li Êzîdxanê bê naskirin û bi vî rengî dewam kir: "Ji ber ku heta Êzîdî xwe bi rêxistin nekin û xwe bi xwe bi rê ve nebin, ti caran ji destê neyaran rizgar nabin. Welatekî ku baweriya wî nemabe, wekî Şengalê divê ji nû ve bê avakirin. Ji bo vê jî pêwîst e, hêza cewherî ya Êzîdiyan were avakirin. Di jiyanê de xweparastin rêbazeke sereke ye. Lê belê pêwîst e ku hêzên derve ji aliyê xwe ve destek û alîkariyê bidin Êzîdiyan ji bo avakirina Êzîdxaneke azad."
Banga vegerê
PADÊ di dewama daxuyaniya xwe de bal kişand ser gelê Êzîdî yê koçber û penaber û weha dewam kir; “Di Fermana 74’an de gelê me yê Êzîdî ji welatê xwe dûr ket û li welatê xerîbiyê belav bû, divê gelê me vegere ser xaka bav û kalên xwe û dev ji welatê xwe bernede. Di avakirin û parastina warê xwe de cih bigire.
Azadkirina Mûsilê ewlekariya Şengalê ye
Heta roja me ya îro di Rojhilata Nevîn de û bi taybet li Kurdistanê dawî li şer nehatiye û her tim gelên bê hêz di bin metirsiyê de ne. Bi taybetî gelê Êzîdî di nava metirsiyê de ye ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve armanca wan ew e ku Êzîdiyan tine bikin. Di vê ciwanên me yên Êzidî xwe bi rêxistin bikin û li dijî wan parastina xwe bikin. Ji bo careke din Fermanek bi sêrê me de neyê û em karibin vî gelî biparêzin da ku Êzîdxaneke azad û ser bi xwe ava bikin.
Operasyona bajarê Mûsilê nêz dibe, divê gelê Êzîdî di vê operasyonê de cihê xwe bigire, ji ber ku azadkirina Mûsilê, misogerkirina ewlekariya Şengalê ye.”
Gelê me revokan ji bîr nake
PADÊ wekî din di dawiya peyama xwe de bang li ciwanên Êzîdî kir da ku tevlî nav refên Yekîneyên Berxwedana Şengalê bibin: "Em bang li keç û xortên Êzîdxanê dikin ku werin tevlî nava refên YBŞ û YJŞ’ê bibin û hêza xwe xurt bikin.
Ew kesên ku Şengal neparastin, rasterast ji Şengalê reviyan, ev gel bê parastin hêlan û derî li komkujiyan vekirin, her kes dizane ka kî ne, divê careke din xwe xwediyê Şengalê nebîne.
Bi xweseriya demokratîk em ê dawî li fermanan bînin."
RÊBER ŞINGALÎ/ROJNEWS/ ŞENGAL