Şêxo di axaftina xwe de got ku qanûna erka xweparastinê ku Meclîsa Zagonsaz erêkiriye ji bo xweparastinê li hemberî hemû komployên li dijî ewlehî û aramiya herêmê û êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li dijî Kobanê tên meşandin, hatiye derxistin û diyar kir şaş e ku erka xweparastinê tenê bi hêzên YPG’ê, YPJ’ê û Asayîşê ve girêdayî be. Şêxo di axaftina xwe de destnîşan kir ku qanûna erka xweparastinê bi nermbûna xwe tê naskirin ji ber ku wekî ji mafê welatiyan e, maf û ewlehiya wan bête parastin, ji erka her welatiyekî ye erka xwe bi awayekî dildarî parastina xwe, rûmet û welatê xwe bike.

Şêxo di berdewama axaftina xwe de got ku ji erka hemû pêkhateyan e, vê qanûnê pêk bînin ji ber ku di vê rewşa dijwar ku herêm têre derbas dibe, qanûneke nerm û hêsan e. Şêxo wiha li axaftina xwe zêde kir: “Divê her kes qanûnê pêk bîne û erka xweparastinê tenê bi hêzên ewlekariyê ve ku ji pisporên dildar di nava YPG’ê, YPJ’ê û Asayîşê de pêk tên, girê nede. Divê em van hêzan di van rewşên awarte de bi tenê nehêlin. Ev erk ji her kesî tê xwestin.” Şêxo her wiha derbarê qanûnê de got ku qanûna erka xweparastinê bi neh xalên wê ve, amade bûn û dê li hemû navendên girêdayî Wezareta Xweparastinê bêne belavkirin û bi riya hêzên Asayîşê dê bêet pêkanîn.

ANHA/AMÛDÊ