Hevseroka Desteya Rêveber a Federaliya Bakurê Sûriyê Foza Yûsif rewşa siyasî ya herêmê nirxand û got, xweparastin, misogerkirina pûçkirina hemû planên dijmin e.
Li navenda Şehîd Bawer a Ciwanên Şoreşger, bi beşdariya bi sedan şêniyên Dêrikê, herêmên Beravê û nûnerên Saziyên Civaka Sivîl ên herêmê, civînek hat lidarxistin.
Di civînê de Hevseroka Desteya Rêveber a Federaliya Bakurê Sûriyê, Foza Yûsif beşdar bû û rewşa siyasî ya herêmê nirxand.
Foza Yûsif diyar kir ku Tirkiye û alîgirên wê planên xwe li herêmê didin meşandin, da ku projeya demokrasiyê derb bikin û wiha domand: ″Civînên Astana ku di navbera Tirkiye, Rûsya û Îranê de hatin lidarxistin, aloziya Sûriyê hê kûrtir kir, ji ber ku bê beşdariya nûnerên gelê Sûriyê bûn. Bêyî beşdariya hêzên demokratîk ên ku şerê çeteyên DAIŞ′ê dikin, ti çareserî nayê peydakirin.″
Foza destnîşan kir ku êrîşa Tirkiyê ya li dijî herêmên Bakurê Sûriyê (nexasim herêma Qereçox) berhema civînên Astana ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: ″Êrîşa li ser herêma Qereçox di dema ku hêzên demokratîk di Hemleya Xezeba Firatê de li dijî çeteyên DAIŞ′ê serketinên mezin bi dest xistin, pêk hat.″
Foza Yûsif bal kişand ser girîngiya xweparastina li hember êrîşên dijmin û got, ″Divê gelê Bakurê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe, li hemû waran xwe birêxistin bike. da ku Sîstema Federal were avakirin, hêzên leşkerî werin xurtkirin. Di vê demê de, xweparastin girîng e û misogeriya pûçkirina hemû planên dijmin e.″
DÊRIK