Li gorî agahiyên ajansa Sûriyeyê ya fermî komên çekdar ji yekîneyeke leşkerên Sûriyeyê re kemîn danîne û leşker gulebaran kirine, di encamê de 6 leşkerên artêşê mirine. Lê ji aliyekî din ve li gor kordînatorên xwepêşandan û serhildana gelê Sûriyeyê ew leşker bi dest hin leşkerên ku ji artêşê veqetyane hatine kuştin. Li gorî wan çavkaniyan komeke leşkerên Sûriyeyê ku kiryarên artêşê napejirînin û ji bo nerazîbûna li dijî kiryarên artêşê ên kul i dijî gelê sivîl tê kirin ew ji artêşê veqetiyane û di nava wan û artêşê de şer derketiye.
Navenda çalakiyên nerazîbûnê dîsa bajarên Dera, Humis û Idlibê bû lê deverên din jî ên wekî navçe û gundên Şamê jî xwe ji meş û xwepêşandanan kêm nekirin.
Vê înê navê ‘Yekitiya Muxalefetê’ li çalakiyên xwe kirin û bi vê daxwazê daketin kolanan. Di rûpelê facebookê yê şoreşa Sûriyeyê de banga îna Yekitiya Muxalefetê hate kirin û bang li hemû aliyan hate kirin ku j bo bercewendiyên neteweyî tev dengê xwe bikin yek û nakokiyên di navbera xwe de li aliyekî bihêlin.
Ji aliyekî din ve bi destpêkirina dibistanan re zarokan di riya çûn û hatina ji dibistanan de bi taybetî j îli navçeyên Şamê dest bi xwepêşandanan kirin û di encama destwerdana van meşan de gelek xwendekar û bavê wan jî hatin binçavkirin.
ŞAM