Parlamenterê Yekgirtû Îslamî Şêrko Cewdet diyar kir ku xwerêvebirina miletekî mafê herî xwezayî ye û got, “Divê dewleta Tirk vîn, nasname û çanda Kurdan nas bike.” Cewdet bal kişan ser şerê ku ew 30 sal in tê birêvebirin û got, pirskireka Kurd bi vî rengî nayê çareserkirin û xwest  pirskirêka Kurd bi muzakereya demokratîk were çareserkirin. Parlamenterê Yekgirtû Îslamî Şêrko Cewdet bersiv da pirsên ANF’ê.


Piştî hilbijartinan dewleta Tirk vîna siyasî ya gelê Kurd nas nekir, pêvajoya çareseriyê bi dawî kir. Piştre êrîşan rû da û di van êrîşan de heta niha bi dehan Kurd hatine qetilkirin. Hûn van êrîş û komkujiyan çawa dinirxînin?

Pirsgirêk dive bi rêyên aştiyane û demokratîk were çareserkriin. Gelê Kurd di herikîna dîrokê de ji aliyê serdestan ve, ji aliyê hikumdaran ve hatiye binpêkirin û qetilkirin. Ne tenê dewleta Tirk hemû hêzên li ser Kurdistanê serdest, divê pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane çareser bikin.

Pêwîst e serdest êdî daxwaza Kurdan a mafê demokratîk baş fêm bikin. Ev yek daxwaza mafê xwe yê herî xwezayî ye. Ji ber vê yekê, ji bo gelê Kurd ê li Bakurê Kurdistanê mafên xwe yên herî rewa û demokratîk bi dest bixe û pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe, divê em jî ya ji destê me tê, bikin.


Li hemberî van êrîşan gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê xwerêveberî ragihand. Hûn van ragihandin û daxwaza xwerêveberiye ya Kurdan çawa dinirxînin?

Miletek mafên xwe yên herî demokratîk dixwaze. Dixwaze xwe birêve bibe. Ev mafê wî yê herî xwezayî ye. Lê ya girîng di vir de çareseriya vê pirsgirêkê bi rêyên aştiyane ye. Li hemberî daxwaza miletekî divê rewşeke ewçend metekhişt rû nede. Girîng e ev xwezayî were dîtin. Gel nikarin li hemberî xespkirina mafên xwe bêdeng bimînin. Eger bi vî rengî be wê pirsgirêk mezintir bibe. Mezinbûn ne êrîşkirin, qetilkirin e. Mezinbûn afirandina çareseriya van pirsgirêkan e.


Lê belê Kurdan bi salan xwest pirsgirêkên xwe bi muzakereyê çareser bikin. Tevî vê jî ji ber ku ji Erdogan re 400 wekîl lazim bûn, wî şer da destpêkirin. Bi dîtina we Erdogan dixwaze çi bike?

Şerê di navbera dewleta Tirk û Kurdan/PKK’ê de divê bi rêyên diyalog û aştiyane were çareserkirin. Naxwe wê ev rewş her tim ji bo berjewendiyên siyasî were bikaranîn. Di vir de ya tê qurbankirin jî gelê sivîl e.

Ez bawer dikim ku li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd wê bi rêyên aştiyane çareser bibe. Derfetên vê hene. Lê ya herî girîng nîşananda vîna vê ye. Dewleta Tirk di nava 25 salên dawî de zexteke mezin kir, zor bi kar anî, lê belê Kurdan dîsa jî ev nepejirandin û hînê jî qebûl nakin. Dibe ku Saddam zexteke mezintir li Kurdan kir, qetil kir. Lê Kurd tine nebûn, berevajî bêhtir xurt bû. Ev yek nîşan dide ku hêza zext û zordariyê di dawiya dawî de têk diçe. 


Di nava salên dawî de di navbera Kurdan û dewleta Tirk de gelek hevdîtin hatin kirin. Lê belê Erdogan li dijî Kurdan ji nû ve dest bi şer kir. Di rewşeke bi vî rengî de çi dikare were kirin?

Neçar e li muzakereyê vegere. Rêyeke din nîne. Ji ber ku mafên gelê Kurd hene û hûn nikarin vê tine bihesibînin, asteng bikin. Eger Tirkiye welatekî demokratîk be, nabe ku mafên Kurdan tine bihesibîne.

Lewma neçar e mafê xwerêvebirinê yê gel radest bike. Divê li pêşiya vê nebe asteng. Ji ber ku ev yek jixwe mafê herî xwezayî yê gelekî ye. Mafekî ji dayikbûnê û vir ve heye. Sîstema navendîparêz sîstemek e ku desthliatdariyê xurt dike. Ji bo welatek demokratîk bibe divê rêveberiya desthilatdariya navendî erkên xwe radestî herêman bike. Mafê gelê Kurd heye xwe birêve bibe, li ser vîna xwe serdest be.

Çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk ne tenê ji bo Kurdan, ji bo Tirkan jî gelekî girîng e. Bi vî rengî wê Tirkiye xwe bigihîne aştî û aramiyê. Jixwe Kurdan îspat kirine ku nasname û çanda wan nikare bê tinekirin.


Li Başûrê Kurdistanê li dijî şerê li Bakurê Kurdistanê nerazîbûn nehat nîşandan. Pêwîst e Başûrê Kurdistanê li hemberî van êrîşan helwesteke çawa nîşan bide? 

Hûn jî dizanin di vî şerî de sivîl hatin qetilkirin. Hem li Zergelê hem jî li Bakurê Kurdistanê komkujî hatin kirin û hîna jî tên kirin.

Di navbera aliyên siyasî yên Kurd de diyalog qels e. Pêwîst e di navbera wan hêzan de ku ji bo mafên Kurdan têdikoşin, diyalog û têkiliyeke xurt hebe. Ev qutbûna ji hev bûye sedem ku der barê siberoja Kurdan de nêrînên cuda derkevin holê. Lê belê cihêrengî hebe jî dema mijar Kurd bin, em neçar in bi hev re tevgerin. Divê doza azadiyê ya Kurdan her kesî li hev bicivîne. Jixwe li hemberî Kurdan zext û zilmeke mezin heye.

Bêguman divê hemû aliyên siyasî li hemberî van bûyer û qewimînan helwestê nîşan bidin. Hêzên li Başûrê Kurdistanê dikarin bandorê li ser her du aliyan bikin. Hebûna pirsgirêkên navxweyî û krîzan nayê wê wateyê ku em ê li hemberî bûyerên bi serê xwîşk û birayên me yên li Bakurê Kurdistanê de tên, bêdeng bin. Dibe ku nêrînên me ji hev cuda bin. Lê belê mijar; maf û azadiya Kurdan e. Lewma divê bêdeng nemînin. Ji ber ku ya tê xwestin, mafên herî rewa ne. Girîng e em destekê bidin hev. Divê li parlamentê hin tişt werin kirin. Pêwîst e karê parlamentê ne tenê qanûnên li Başûrê Kurdistanê bin. Hemû bûyer û qewimînên li Kurdistanê me elaqedar dikin. Em nikarin bi xemsarî tevbigerin. Mînak, hin malên rastî êrîşê hatin ji aliyê parlamenteran ve hatin ziyaretkirin. Lê ev têrê nake. Pêwîst e parlament bi awayekî fermî bikeve nava hewldanan.


HALÎT ERMÎŞ/ANF/HEWLÊR