Meş bi pêşengiya Civaka Êzîdî ya Hambûrgê û Meclîsa Jinê ya Rojbîn hat lidarxistin û Federasyona Suryaniyên li Ewrûpayê, Mala Gel, ÎSKÛ, Federasyona Êzîdiyan li Ewrûpayê destek danê.

Meşê li Sternschanseyê destpê kir û li Altonayê qediya. Li dû meşê, li Altonayê mîtîngek hat lidarxistin û li ser navê Meclîsa Jinê ya Rojbîn, Adalet Sare, li ser navê Civaka Êzîdî ya li Hambûrgê jî Hayat Çete axivîn.

Hayat Çete bi bîr xist ku DAIŞ‘ê bi taybetî baweriya Êzîdî hedef girtine, xwestine bi temamî wê ji holê rakin û got, “Bi vî rengî xwestin hêman û rengê çand û dîroka Mezopotamyayê ji holê rakin.”

Çete bang li Rêveberiya Başûrê Kurdistanê û saziyên navneteweyî kir da ku xwerêveberî û xweparastina Êzîdiyan a li Şengalê nas bikin. 


 HAMBURG