Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Huseyîn Firat bang li ciwanên Kurdistanê kir da ku bêyî li benda tiştekî bisekinin, ji bo parastina xwerêveberiyan zend û bendan badin.
Firat îşaret bi pêvajoya gelekî hesas û krîtîk ji bo gel û ciwanên Kurdistanê kir û got, "Ji 24'ê Tîrmehê û vir ve di navbera hêzên dijmin û hem gerîlayên azadiyê hem jî ciwanên Kurdistanê yên li bajaran berxwedêr de, şerekî dijwar diqewime."
Firat anî ziman ku hem berî hem jî piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê, li dijî têkoşîna siyasî demokratîk a li Tirkiyeyê, li dijî tevgera sosyalîst a Tirkiyeyê ya tevlî berxwedana bloka li Rojava ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê bû, ji bo pêşîgirtina li vê yekîtiyê û çavtirsandinê, êrîş tê kirin.
"Bi êrîşa li Pirsûsê re pêvajo çareseriyê tine bû"
Firat armanca bingehîn a êrîşa li Prisûsê bi vî rengî nirxand û got, "Bi êrîşê re pêvajoya çareseriyê hat sekinandin. Ji xwe pêvajoyeke bi navê 'pêvajoya çareseriyê' tinebû. Bi awayekî gelekî zelal û vekirî me dît, ku ji Newroza 2013'an û vir ve, bi pêşîgirtina li berxwedana aktîf a li Bakurê kurdistanê re ji bo astengkirina destketiyên Kurd ên demokratîk ên li Rojava, ketin nava hewldaneke mezin a mijûlkirinê. Herî dawî komkujiya li Pirûsê rû da."
"Ji bo welatekî demokratîk seferber bibin"
Firat destnîşan kir ku ji bo avakirina welatekî hemû gel di nava wekhevî û azadiyê de lê dijîn, divê ciwanên Kurdistanê û ciwanên demokratîk ên li Tirkiyeyê seferber bibin.
Firat da xuyakirin ku di vê mijarê de hin kêmasî hene û divê tavilê bên çareserkirin û got, "Ya yekemîn divê Gimgim, Farqîn û Cizîr bi tenê neyên hiştin. Pêwîst e ku her kes li ber xwe bide. Ya duyemîn jî; ciwanên li metropolên Tirkiyeyê, ciwanên sosyalîst, ji bo hilweşandina rejîma mêhtinger, ji bo hilweşandina rejîma mêhtinger a li Enqereyê, ji bo avakirina welatekî azad, demokratîk û Kurdistana xweser a demokratîk, ji bo dawîanîna li mêhtingeriyê, divê zend û bendan badin."
Firat miştkirina meydanên berxwedanê girîng nirxand û got, "Bi hezaran ciwan bi herikîna li vê meydanê re divê tevlî berxwedanê bibin, bi girtina nobedê kolanên xwe biparêzin, sazî û kesayetên mêhtinger ji wan deveran derxînin, ji bo mayîndekirina xwerêveberiyên ragihandî, divê pêşî li rêya vê pêvajoya dîrokî vekin."
BEHDÎNAN