Hafiz Turhalli: Di perspektîfa deshilatê de talan, kuştin, qetilkirin û hev û din tine kirin heye. Ev perspektîfa ku ji vir derkeve û pîvana wê, pîvana olan e.
FADIL DONMA / HANNOVER
Li bajarê Elmanyayê Hannoverê, li Zanîngeha Leibniz yekemîn “Konferansa li Rojhilata Navîn rastîya bawerîyan û jiyana bi Hev re” pêk hat.
Di hola Audimax a Zanîngehê, nûnerên rêxistînên demokratîk û olî beşdarî Konferansê bûn û peyamên xwe dan: Hafiz Turhalli (serokê CÎK´ê), Mehmet Surmeli (nûnera Yekîtiya Bawerîyên Mesopotamyayê), Dr. Phil. Xelîl Savucu (Şêwirmend, Êzînas), Bülent Felekoglu (Dîroknas û Nivîskar), Şêx Murşîd Xeznewî, Jinda Deniz (Nûnera Yekîtiya Bawerîyên Mesopotamyayê), nûnera Rêxistina Demokratîk a Yarisan Ydo û Xanê Agal (Nûnera Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî SMJÊ). Di beşa duyem de jî Huda Kaya (Parlamentera HDP) bi rêya înternetê beşdar bû, Konferans bi 2 beşan û 3 Zimana hate pêşkêşkirin.
Bihevre jiyan weke stratejî
Hafiz Turhalli di destpêkê de bixêrhatina beşdar û mêvanan kir û armanca konferansê wiha terîf kir: “Tiştên ku li ser navê olan tên kirin û hatine kirin, gelo li gorî pîvanên olan in yan li gorî pîvanên desthilatan in. Seydayên me, Şêxên me û zanyarên me, wê li ser vê wê malumatê bidin we.”
Hafiz Turhalli di dewamê de got, “Encamên ku piştre derketin, ji bo dîn û olên li Kurdistanê perspektîfekê wê derexên meydanê û li gorî wê pêşya xwe daha zelal bibîne. Di wê perspektîfê de ku deshilat dayne pêşiya me talan, kuştin, qetilkirin û hev û din tine kirin heye. Ev perspektîfa ku ji vir derkeve û pîvana wê, pîvana olan e. Bi van encaman, hem serê gel zelal bibe, em jî wek oldaran bigihêjin heqîqetekê”.
Piştî vê axaftina destpêkê, ji bo duayên olî gazî Pîr Riza Yavuz (li ser navê Elewîyan), Şêx Nisret (li ser navê Êzîdîyan), Mele Daho (li ser navê Mislimanan) hat kirin. Bi duayên wan beşa yekê dest pê kir.
Ya li ber dilê xwedê pirrengî ye
Piştre, nûnerê Yekitiya Baweriyên Mesopotamyayê Mehmet Sürmeli got, “Gava Xweda bixwesta yek tenê hebe, em ê hemû wek hev bûna, lê em cuda ne, em bi cudatiya xwe reng didin jiyanê û dixemilînin. Modernîteya kapîtalîst yekitîyê naxwaze, zêdebûnê naxwaze, dîroka mirovan ji wan re ne pêwîst e, ew hew li aborî û berjewendiyê difikire. Divê her kes bi çanda xwe, ziman û ola xwe, xwe bîne ziman.
Nûnera Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî SMJÊ´yê Xanê Agal jî got, “Ji îro û pê ve, wek gelên Mezopotamyaya kevnar, wek gelê Kurd, em ê çawa karibin jiyaneke bi hev re bimeşînin. Weke mirovê mirovê nasnameya kevnar, bi hawakî her dem, mirovahîyeke pêşketî, bi rengekî azad em ê jiyanê bi hev re bimeşînin”.
Şêx Murşîd Xeznewî cejna Şêşims pîroz kir
Şêwirmend, Êzînas Dr. Phil. Xelîl Savucu bi destûra Tawusî Melek cejna Şêşims pîroz kir û behsa dîroka Êzîdiyan kir. Dr. Xelîl Savucu di dawiyê de got, “Divê Êzîdî rexneyê li ser xwe qebûl bikin, ji ber ku wan dîroka xwe ya zelal bi pêş nexist.”
Şêx Murşîd Xeznewî ji alimên Misilman ên Kurd jî cejna Şêşims Pîroz kir û piştre got, “Gava ku em li olan dinihêrin, em vê dibînin; ew olên din hemûyan qebûl dikin û ne li himberî ti kesî ne. Ji vê jî em diyaloga civakan pêwîst dibînin û pirsgirêk di navbera bawerîyan de nîne. Dema DAIŞ´ê êrişî Şengalê kir, em di heman demê de vê êrişê li dijî xwe qebûl dikin û em vê şermezar dikin.
Desthilatdaran gelekî civak xira kirin, lê em wek gel êdî bi van fen û fûtan naxapin. Ji ber ku di Qurana pîroz de qetilkirina Elewî û Êzidiyan nîne.”
Xwe ji desthilatê qut bikin
Parlamentera HDP´ê Huda Kaya bi Skypeê beşdarî Konferansê bû û got, “Yên ku dibêjin yek ziman, yek al, yek ol, yek netewe, divê em wan zalim nîşan bidin. Ji bo ku zilma ew dikin, rewa bikin, dest davêjin ol û bawerîyan. Gava ku îqtîdar ji bo desthilatdarîya xwe êrişî bawerîyên cuda dikin, divê gel hişyar be û piştgiriyê nede bend û partiyên wan û wan teşhîr bike.”