Li navçeya Şeraya girêdayî Efrînê navenda zanist û perwerdeya zimanê Kurdî hate vekirin. Sazî, li avahiya partiya BAAS´ê ya berê ku weke navendeke helandin û asîmîlasyona çand û zimanê kurdî bi salene polîtîka meşandibû hate vekirin. Tevî ciwanan, rewşenbîr û mamosteyan girseyeke qelebalix tevlî merasîmê bûn. Berî merasîma vekirinê, ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hate girtin.
Di merasîma vekirinê de nûnerê Saziya Simanê Kurdî Temuz Şemalî axivî û pêşengê yekemîn yê ku xizmetên girîng ji bo zimanê Kurdî kiriye Mîr Celadet Bedirxan bîbîranî û diyar kir ku Bedîrxan di şert û mercên herî giran de ji bo kurdî li ser bikaranîna tîpên latînî rawestiyaye û bingeha alfabeya latînî ya kurdî afirandiye. Şemalî xebatên û hewldanên Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Cegerxwîn, Osman Sebrî û Reşîdê Kurdî yên ji bo pêşxistina zimanê kurdî jî destnîşan kir.

Li zimanê xwe xwedî derkevin


Serokê Meclisa Gel yê navçeya Şera Eslan Eslan bal kişand ser  girîngiya xwendin û nivîsandina bi zimanê Kurdî û bang li hemû kurdan kir ku xwedî li zimanê xwe derbikevin û kurdî di hemû qadên jiyanê de bikarbînin.
Endamê Saziya zimanê Kurdî yê navçeya Şera Mehmud Ehmed jî girîngiya zimanê kurdî ya di nasname û hebûna gelê kurd de destnîşan kir û pevajoyên cur bi cur yên ku zimanê Kurdî jê derbas bûye rave kir. Ehmed diyar kir ku li Rojava ku weke xebata herî girîng ya xweseriyê wê perwerdehiya kurdî pêş bixin, di her aliyên jiyanê de bikarbînîn û di vê mijarê de xebatên xwe bê navber bidomînin.

Merasîm bi stranên gelêrî yên kurdî û govendê bi dawî bû.


ANF/EFRÎN