Kampa BDP'ê û Bloka Ked, Demokrasî û Azadiyê ya ji bo nexşerêya pêşerojê diyar bikin û 4 rojan berdewam bike li Wanê dest pê kir. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk Ahmet Turk, ku beşdarî kampa wekîlên Blokê ya Wanê bû, diyar kir ku Xweseriya Demokratîk biryara kongreyê ye û nayê nîqaşkirin.
Kampa parlamenterên BDP û Bloka Ked, demokrasî û Azadiyê ya ji bo nexşerêya pêşerojê, nirxandina geşedanên dawî de nîqaş bikin û 4 rojan berdewam bike, li Otela Merîtê dest pê kir. Di kampê de parlamenetên BDP'ê û Blokê Leyla Zana, Murat Bozlak, Erol Dora, Ertugrul Kurkçu, Altan Tan, Esat Canan, Gultan Kişanak, Selahattîn Demîrtaş, Sirri Surreya Onder, Hasîp Kaplan, Ayla Akat Ata, Nursel Aydogan, Pervîn Buldan, Nazmî Gur, Îbrahîm Bînîcî, Adîl Kurt, Sebahat Tuncel, Sirri Sakik, Demîr Çelîk, Halîl Aksoy, Husamettîn Zenderlîoglu, Ozdal Uçer, Bengî Yildiz, Ahmet Turk û Aysel Tugluk amede bûn.

Kampa BDP'ê û Blokê ji aliyê çapemeniyê ve rastî eleqeyek gelek mezin hat. Beriya kampê Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk pirsên rojnamegeran bersivand û anî ziman ku biryara Xweseriya Demokratîk nayê niqaşkirin. Turk, anî ziman ku ew dê hem pêvajoya siyasî û hem jî bername û plansaziya pêşerojê niqaş bikin û nexşerêyê diyar bikin.


'Biryar nayên nîqaşkirin'

Turk, pirsa rojnamegeran a "Heta dawiya kampê qedexeya axaftinê heye?" bersivand û diyar kir ku ev pêvajoyek hesas e û wiha got: "Ji ber vê yekê li ser navê komê kesek biaxive baştir dibe." Turk, pirsa "Aysel Tugluk got xwezî me di wê demê de biryar aşkere nekira" jî bersivand û got "Biryara Xweseriya Demokratîk biryara kongreyê ye nayê niqaşkirin."

WAN




'Em yek deng in'


Parlamenterê BDP'ê yê Amedê Altan Tan, di 2'emîn Mîhrîcana Xweza, Çand û Hunerê ya Gola Wanê de diyar kir ku di BDP'ê û Blokê de dengê peçekirî tune, di AKP'ê de dengê perçekirî heye. Altan, gotina "Dê zimanê Kurdî dê welat perçe bike û rêveberiya herêmî û otonomî nayê niqaşkirin" rexne kir û wiha got: "Dengê esas peçekirinê kesên van tiştan dibêjin in."
Parlamenterê BDP'ê yê Amedê Altan Tan piştî beşdarî resepsiyona 2'emîn Mîhrîcana Xweza, Çand û Hunerê ya Gola Wanê bû, pirsên rojnamegeran bersivand. Li ser pirsa rojnamegaran a "Xweseriya Demokratîk di blokê de û BDP'ê de bû sedema perçekirinê?" bersivand û diyar kir ku dijberî perçekirinê vê projeya Xweseriya Demokratîk bêtir yekîtiya Blokê û BDP'ê xurt kir. Tan, anî ziman ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê di BDP'ê û Blokê de perçekirina dengan çênabe. Tan, anî ziman ku ev bêtir dengê wan xurt dike û hêza wan zêde dike.
Tan, anî ziman ku Bloka Ked, Demokrasî û Azadiyê dê ji bo Tirkiyeyek azad xebatê bimeşîne û xwe bi hêz bike. Tan, anî ziman ku her wiha dê dîsa ji bo makeqanûnek azad, demokratîk û sivîl têkoşînê bide. Tan, destnîşan kir ku dengê perçe ji Serokwezîr Erdogan tê û wiha axivî: "Dixwazin kirasê xwe biguherin û dîsa xwe derxin piyasê. Dibêjin xalên sereke yên 1-2-3'emîn nayên guhertin. Dibêjin ev teklîf nayê kirin. Dibêjin daxwaza perwerdehiya Kurdî, rêveberiya herêmî û otonomî nayê niqaşkirin" Ger ku ev neyên niqaş kirin dê çawa Tirkiye pêş bikeve. Dê çawa pirsgirêkên înkar û îmhayê çareser bibe. Ger ku ev neyên guhertin dê çawa demokrasî û parastina mafan pêş bikeve. Ji ber van gotinên Serokwezîr Erdoga dengê perçekirî ji wan derdikeve. Bloka ked, demokrasî û azadiyê her ku diçe xwe bi hêz dike û ji bo makeqanûna nû xwe amade dike."

Çaseriya bi nîqaşan
Tan, pirsa 'Leyla Zana li Amedê salon terk kiriye' jî bersivand û anî ziman ku tiştekî wisa tune ye. Tan wiha got: "Kesên biçin tuwaletê jî dê bêjin salon terk kiriye. Dixwazin alozî û nîqaşan zêde bikin. Tiştekî wisa tune ye. Tu pirsgirêka me ya em salonan terk bikin tune. Em pirsgirêkên xwe bi nîqaşan çareser dikin."

Parlamenterê BDP'ê yê Şirnexê Hasîp Kaplan jî kesên ku di wan de perçekirin hebe bi çavê perçekirinê li derdorê xwe dinêre û dibêje em perçe bûne her kes perçe bûye. Kaplan, anî ziman ku ne pêkan e hemû kesên di bin baneyê KCD'ê de cih digire fikr û ramanê wan yek be û wiha got: "Em her tim nîqaşên nava xwe berdewam dikin. Dibe ku em her tim li ser fikrekê nebin yek. Lê ev nayê wê wateyê ku em ji hev dûr û perçe ne. Em partiya milyonan in. Projeya me ya Xweseriya Demokratîk ne nû ye. Me ev proje di 2005'an de anî rojevê. Pişt re me kir pirtûk û li meclisê belav kir. Em bi hevre biryaran distînin û bi hevre têdikoşin."

WAN- DÎHA