Divê gel xwe bi rê ve bibe
Xelîl, da zanîn ku ji bo di nava partiyan de komîsyonek hevpar ava bikin bi hemû partiyan re yek bi yek axivîn. Xelîl destnîşan kir ku Desteya Bilind a Kurd, li Rojava serkeftinek e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her ku li ser navê Kurdan hem li hundir û hem ji li derve xebatek hebe ew dikarin bikin. Ger ku rêveberiyek hat avakirin, Konseya Bilind dikare vê mijarê jî niqaş bike. Berî her tiştî em dixwazin di her qadê jiyanê de saziyan ava bikin û hemû partî u rêxistin di bin baneyê vê konseyê de cih bigirin. Em dixwazin hilbijartinên demên navîn pêk bên. Hemû kes vê yekê dixwazin. Em naxwazin der barê hilbijartinan de gilî û gazincên tu kesî hebin. Li ser meha hilbijartinê çend nerîn hene. 2 meh şûnde ango 6 meh şûnde ne diyar e. Piştî hilbijartin, kesên hatin hilbijartin dê kom bibin û rêveberiya xwe ya nû ava bikin. Niha em li ser modelê niqaş dikin. Niqaşa herî zêde li ser Xweseriya Demokratîk tê kirin. Divê gel rêveberiya xwe ji nava xwe derxe gel xwe bi xwe bi rêve bibe.”
Xweserî wê Sûriyeyêyê curt bike
Xelîl bibîr xist ku pêşniyara wan Sûriyeyê parçe nake, dijberî vê yekê Sûriyê bêtir xurt dike û bêtir demokratîzasyona Sûriyeyêyê diparêze û wiha pêde çû: “Ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû gelên li Sûriyeyêyê dijî dibe moral.” Xelîl destnîşan kir ku hikûmeta Herêmî nêzî sê meh in deriyê sînor girtiye û wiha got: “Vê rewşê hişt ku li derdora Rojava ambargoyek bê mêşandin. Êrîşên terorîstî jî bi ser de hatin. Di rastiyê de dema li hemberî Rojava êrîşan destpê kir em difikirîn ku hikûmeta herêmî sînor hinekî sist bike, heta veke jî. Herî kêm ji bo gel pêdiviyên xwe yên rojane bi cih bîne. Lê mixabin heta niha jî ev ambargo berdewam e.”
DÎHA/HEWLER
Rapora heyetê û vekirina deriyê Sêmalka
Endamê Rêveberiya TEV-DEM'ê Aldar Xelîl diyar kir ku ew rapora heyeta ku li Rojava lêkolîn kiribûn bi Komîteya Amadekar a Kongreya Navnetewî ya Kurd re nîqaşan kirin e û wiha pêde çû: “Rapor erênî hat dîtin û hat qebûl kirin. Rapor ji serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesut Barzanî re jî hat şandin û ew jî got ku ez qebûl dikim. Dema wisa bû me jî got tiştên di raporê de yên divê bi lez bi cih werin xwest pêk werin. Mînak wekî vekirina deriyê sînor. Lê heta niha tiştek çênebûye. Em hêvîdar in ev rewş bi lez were cih. Wisa tê xuyakirin ku ji bo hin armancên siyasî deriyê sînor tê girtin. Ev jî siyaseteke şaş e. Wargehên ku behsa wan tên kirin tenê ne girêdayî hikûmeta herêmî ye. Girêdayî Neteweyên Yekbûyî ne jî. Bi rastî berî niha bi çend mehan jî di rojeva me de bû. Ji bo gelê ku li bajar û gundên wan şer heye hatine çêkirin. Ne ji bo her kesê ku koç bike ne. Rayedarên Neteweyên Yekbûyî ji me re gotin; ‘Em nikarin di sînorê Sûriyeyêyê de çêbikin. Li gorî qanûnên me ji bo em wargeke fermî ya penaberan çêbikin divê cihê wargehê ne di nav sînorê wî welatî de be.’ Lewma zêde pêş neket. Me got ger hikûmeta herêmê piştgiriyê bide me em ê li cihekî bi ewle wargehekê çêbikin. Lê heta tu piştgirî nehatiye dayîn.”