Piştî deqeyeke rêzgirtinê xwendekarê bi navê Kemal Hisên axaftinek kir û pêşwaziya beşdaran kir. Her wiha bal kişand ser geşedanên dawî li Rojava û Sûriyê û bi bîr xist ku divê Kurd bi yek şandeyê biçin kongira Cenevre 2 û dengê xwe bikin yek. Piştre Endamê Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê Parêzer Hesen Abdullah projeya Xweseriya Demokratîk ji beşdaran re bi berfirehî şîrove kir. Her wiha bal kişand ser girîngiya rola xwendekaran di avakirina bingehên demokratîbûnê de. Li aliyê din Serokê Hevbeş ê Şaredariya Bajarê Qamişlo Muaz Ebdilkerîm ku wekî mêvan beşdarî semînerê bûbû, derbarê mijara Rêveberiyê de axivî û wiha anî ziman: "Tevî rewşa dijwar ku Rojavayê Kurdistanê têre derbas dibe, ji bo xizmeta gel me gavên girîng di proje û damezirandina saziyên sivîl de avêtin." Piştî van axaftinan gotûbêj di navbera xwedekaran de hatin kirin. Li dawiyê xwendekaran diyar kirin ku divê ji bo berhevanîna nêrînan sermîner ên din werin lidarxistin. Her wiha piştgiriya xwe ji bo Xweseriya Demokratîk dubare kirin.
ANHA-ŞAM