Îsa di axaftina xwe de got ku serdana wan a Rojavayê Kurdistanê di çarçoveya piştgiriya şoreşa gelê Rojava de ye û destnîşan kir ku wan serdana gelek saziyên civaka sivîl û malbatên şehîdan kirine û wiha got: “Me dît ku gelê Rojava li gel hêzên YPG’ê û YPJ’ê dikare parastina xwe ji hemû êrîşên çeteyan bike û ji her kesî re diyar kiriye ku ew li ser erdê hêzeke gelekî birêxistinkirî ye û gaveke girîng di yekîtiya pêkhateyên herêmê de avêtiye.”
Derbarê rêveberiyên Xweseriya Demokratîk ên Rojavayê Kurdistanê hatine ragihandin de Îsa di axaftina xwe de diyar kir ku ji bo aloziya herêmê bête derbaskirin, riya çareseriyê di vê rêveberiyê re derbas dibe. Ev rêveberî jî nîşana yekîtiyê di navbera hemû pêkhateyên herêmê de ye. Îsa da xuyakirin ku ev sîstema rêveberiya xweser ji hemû cîhanê re tekez kir ku ew dikare parastina herêmê û xizmeta welatiyên Rojava bike.
Îsa axaftina xwe wiha domand: “Em ji aliyê xwe ve, em ê bi hemû hêza xwe di qadên navnetewî de piştgiriya şoreşa gelê Rojava bikin. Em ê piştgiriya xwe ji berxwedana gel re li hemberî çeteyan bidomînin. Em ji raya giştî ya cîhanê re rastiya şoreşa gelê Rojava ragihînin û ji wan re diyar bikin ku gelê Rojava bi hemû pêkhateyan dikare xwe birêve bibe.” Îsa di dawiya axaftina xwe de got ku serdana wan a Rojavayê Kurdistanê moralên wan bilind kirine û ji bo bilindkirina têkoşînê dilê wan bi coş kiriye. Îsa axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ê serdanên xwe bidomînin û ji nêz ve rewşa Rojava bişopînin. Em ê li derve jî piştgiriya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bikin. Em ê ji raya giştî ya cîhanê bixwazin ku vê rêveberiyê bi awayekî fermî qebûl bikin û piştgiriya wê ya siyasî û aborî bikin.”
QAMIŞLO