Endamê Forma Demokrasiya Sûriyeyê û muxalîfê Sûriyeyê Michel Kilo ku bi armanca hevdîtinê li gel Desteya Bilind a Kurd (DBK) re çû rojavayê Kurdistanê bersiv da pirsên malpera  Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê - www.lekolin.org ê.

Li ser pirsa "Di vê demê de berê şoreşa Sûriyeyê li kû ye" Kîlo ev bersiv da: "Em weke muxalefeta Sûriyeyê, çi yê hundur çi jî yê derve û bi hemû aliyan li diwar qelibîn. Berê me li riyeke şaşe. Li cihê ku em berê xwe bidin rêjîma Baasê ku bi salan civaka Sûriyeyê çewsandiye. Me berê xwe daye hev û me şerê hev dikin. Bira bira dikuje, ev ne şoreşe ev tevlîheviye û qirîzeke kure. Ger me xwe sererast nekin, emê hemû têk biçin. Divê rokejê beriya rojekê ev rewşa sererast bibe û me berê xwe bidin dijminê esasî ya gelê Sûriyeyê".

'Ji şerê serêkaniyê rêjîmê jê sûd wegirt'

Têkildarî şerê Serêkaniyê de jî Kîlo ev nerîn parve kirin: " Sûriyeyê ber bi şerekî navxweyî ve diçe. Ji vê yekê tenê yê jê sûd digre rêjîma Sûriyeyê û malbata Esat bi xwe ne. Dibe ku îro li Serêkaniyê şer di navabêra YPG û komên çekdar hebe, lê ger em kesên dilxwezê şereşa Sûriyeyê vê asteng nekin, ev şer wê sibê bajarekî din jî rû bide.Ev yek ji derve ve weke şerê Kurd û Ereb tê xuya kirin. Ger em fitneyên rêjîma Sûriyeyê û welatên ciran asteng nekin wê dibe Durzî, Horanî û Xirstiyan û Musluman jî şerê hev bikin. Ev yek wê ne di xizmeta Sûriyeyê û civaka wê debe. Tenê simsarê şer wê qezencan jê bikin".

Daxwazên Kurdan maqûl in

Michel Kilo di derbarê pirsa daxwezên Kurdên rojava li Sûriyeyê de jî axivî û wi ha dirêjahî dan gotinê xwe: " Li gorî min di destpêka şoreşê de daxwezên birayên me li Sûriyeyê gelek zêdebûn û ne gincawbûn bi rewşa ku Sûriyeyê tê de jiyan dikir de. Dema netewekî daxweza mafê xwe yê rewa kir pêwîste şert û mercên ku herêma ku tê de jiyan dike û xalên muşterek bixûne ku di demek kurt de bigine daxwezên xwe. Lê di nêrîna min de destpêkê Kurda ev yek nedît û asta daxwezên Kurdan gelek zêde bûn. Lê bi dirêjahiya dema şoreşê de Kurd hîn bêştir rastî raelîteya ku tê jiyan kirin bû û daxwezên maqul ji bo xwe xwestin".
Li ser projeya Xweseriya Demokratîk a Kurd ava dikin jî Michel Kîlo wiha nerîna xwe anî ziman: "Ez bi hemû hêza xwe Xweseriya Demokratîk dipejirînim. Daxweza Kurdan  a Xweseriya Demoratîk mafekî rewa ye. Divê Kurd vî mafê xwe bistînin. Modêla munasîb ji bo çareserkirina pirsgirêka Sûriyeyê re û jiyan kirin di nava Sûriyeyeke demokrat de, ancax bi pêk hatina Xweseriya Demokratîk be".
Michel Kilo di sala 1940'an de li bajarê Lazqiye ji dê û bavekî Xirstiyan hatiye dunyayê. Xwendina xwe li Lazqiye û Şamê bi dawî kir. Niha weke kesayetî muxalif yê rêjîmê tê naskirin. Gelek nivîsên analîzên siyasî li dijî rêjîmê nivisandiye. 3 caran ji aliyê rêjîma Baas ji ber ramanên siyasî hatiye giritn. Yek ji damezrinerê Îlana Dîmeş bû û ji bo wê HATE  girtin. Niha li Parîsê dijî di nava Muxelefeta Sûriyeyê de cihê xwe digre.


SERBEST RÊZAN