Derbarê bûyerên dawî yên ku li bajarê Minbicê rû dan, Endamê Meclîsa Rêveberiya Siyasî ya Partiya Modernîteya Demokratîk a Sûriyê Ebdulqadir Mûhid ji ANHA′yê re ve axivî û got: ″Tirkiyê xwest beşdarî hemleya rizgarkirina Reqayê bibe. Lê Rûsya û Amerîkayê destûra vê yekê nedan. Ji ber vê Tirkiyê neçar ma ku li herêmê siyasetên xwe li aliyekî di bin zexta Rûsya û Îranê de, li aliyekî din jî di bin zexta Emerîkayê de, bide meşandin.″

Mûhid anî ziman ku tevgerên Emerîka û Rûsya yên li Minbicê, destwerdanên Tirkiyê ji axa Sûriyê re sînordar kirin û got: ″Helwesta Emerîkayê, îsbat dike ku QSD′ê tekane hêza aktîf a şerê li dijî terorê ye. Pêşveçûna rêjîma Baas li rojavayê Minbicê, nahêle ku artêşa Tirk a dagirker ber bi Reqayê ve bi pêş ve biçe.″

Pergalê dipejirînin

Mûhid da zanîn ku negengaz e ku Minbic bi hevpeymaneke Rûsî-Amerîkî bibe herêmeke bi ewle û nerîna xwe derbarê vê mijarê de wiha anî ziman: ″Herêmên Rêveberiya Xweser ên rojhilatê çemê Firatê ji bo avakirina herêmên bi ewle baştir in. Serokê projeya herêmên bi ewle pêşînyar kir, da alternatîfekê ji koçberiya ber bi Ewrûpayê re peyda bike.” Ebdulqadir Mûhid diyar kir ku li bajarê Minbicê Meclîsên Zagonsaz û Rêveber di çarçoveya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, hatin avakirin û wiha pê de çû: ″Ev sîstem li Minbicê ji aliyê Emerîka û Rûsya tê qebûlkirin. Ev sîstem dikare li herêmên ku dê di demên pêş de bêne rizgarkirin jî, bikeve pratîkê.″



CÎHAD ROJ / ANHA / NAVENDA NÛÇEYAN