Serokê Meclîsa Avaker a Şengalê diyar kir ku ew ê di sala 2017’an de bi fermî Xweseriya Şengalê îlan bikin û got, “Em ê xweseriyê bikin diyarî ji bo dayikên me yên ku zarokên xwe di vê rêyê de kirine qurban.” Salih diyar kir, di dîroka civaka Êzîdî de cara yekemîne ku civaka wan xwe amade dike ji bo xwe bi rê ve bibe û bi rengekî xweser bijî.
Dema pêngavên mezintir e
Salih da xuyakirin, ku ew ê ji bo Xweseriya Şengalê pêngavên mezintir bavêjin û got, “Em ê sala 2017’an bikin sala avakirina Xweseriya Şengalê ku ji aliyê Iraq û hemû hêzên navneteweyî ve Xweseriya Şengalê bê nas kirin. Meclîsa Avaker kon û çadirê yekîtiya hemû civaka Êzîdî ye. Meclîs Şengalê ne girêdayî ti siyaset û partiya ne. Kesên bixwaze jî bo xîret û Êzîdxanê kar bike cihê xwe Meclîsa Avaker e. Ew kesên tên tevlî meclîsê dibe çi siyaset dike bila bike, dema hat tevlî Meclîsê bû meclîs de siyaset aliyekê ye, Êzîdiyatî ser hemû tiştî re ye. Banga min jî bi hemû gelê Êzîdî re heye werin gel hev û em yekîtiya Êzîdiyan ava bikin.”
ŞENGAL