Li herema Şingalê piştî demeke dirêj ji dan û standinan, forma Xweseriyê hate ragihandin. Ev form di encama gelek hevdîtin, peywendî û lêkolînên di nava civakê de hate erêkirin û qebûlkirin. Xelasiya Êzîdiyan, wek civak û ol, hebûn û hizûra wan, di xweseriyê de hate dîtin. Ji bo ku dîsa ferman dubare nebe û komek, an gelek komên çeteyan, êrîşî Êzîdiyan nekin û wan sewqî komkujî û talanê nekin, pêwîstiyeke mezin bi xwerêvebirin û bi xweparastinê heye. Xweseriya Şingalê dê rewşeke fermî ya rêveberiyê bi xwe re bîne. Ew ê jiyaneke rêxsitinkirî û bi sîstem bide rûniştandin. Ew ê naskirina îradeya Êzîdiyan ya azad bi derdorê re bide qebûlkirin. Bexda û Hewlêr dê mecbûr bibin vê îradeyê nas bikin û mafên Êzîdiyan li ber çavan bigrin. Di warê rêveberî û xweparastinê de, hewcedariyeke mezin wê bi wan nemîne. Êzîdî wê bi xwe qedera xwe bigrin destên xwe.

Îlankirina Xweseriya Şingalê, bersiva fermana 2014´an e. Ew bi xwe misogerî ye, da ku ev ferman careke din, bi heman şêweyê berê, yan bi şêweyekî nû, dubare nebe. Li gorî daxuyaniya îlankirina Xweseriya Şingalê, ev form hatiye diyarkirin, da ku Êzîdî hebûn, ewlekarî û mafên xwe li welatê xwe biparêzin. Her wiha ji bo rê li ber hêzên din, yên ku dixwazin desthilatdariyê li ser Êzîdiyan bimeşînin, bête girtin. Ev hêzên eskerî yên girêdayî Bexda û Hewlerê yên ku Êzîdî li hemberî çeteyên DAIŞ´ê bi tenê hiştin û reviyan, niha hewl didin careke din bêtin herêma Şingalê û desthilatdariya xwe dewam bikin. Bexda û Hewlêr ji bo xiyaneta ku li Êzîdiyan hatiye kirin, qet lêborîn nexwestin. Qet lêkolîn nekirin û berpirsên hêzên eskerî, yên ku qaşo bi wezîfeya parastina Êzîdiyan hatibûn mikelef bûn û di dema êrîşa DAIŞ´ê de reviyabûn, nedane ber lêpirsîn û darezandinê. Bexda û Hewlêr bi çavekî biçûk li Êzîdiyan dinêrin û ev helwêsta wan nehatiye guhertin. Bexda dixwaze Şingalê bigire dest û bi vî şêweyî rêya Îranê bi Şamê ve girêdide, veke. Hewlêr jî hevkariyê bi AKP´ê re dike, baregehên eskerî yên Tirkan li Şingalê bi cih dike û agahiyên cih û mekanên mewziyên YBŞ´ê dide belafirên şer yên Tirkan!.

Herêma Êzîdiyan a ku ji aliyê Êzîdiyan ve tê birêvebirin û parastin, dê bikeve jêr çavdêriya civaka navnateweyî. Hewl dê bête dayin ku ev herêm rastî êrîşên Bexda û Hewlêr û hevkarên wan li Enqere û Tehranê neyê kirin. Bang dê li hemû komên çekdar ên Êzîdiyan bête kirin da ku ew jî tevî nava sîstema xweseriyê bibin û bi hev re sîwaneke eskerî ava bikin. Ev sîwan dikare bi navê Hêzên Berevaniya Êzîdxanê be.

Wekî din, di kar û barê avakirina civakê, rola jin û ciwanan de, dezgeh û qanûn dê bêtin peydakirin da ku civakeke azad û xwedî erk û pêdivî bête bipêşxistin. Hedef ew e ku mîna li Rojava, li Şingalê jî jiyaneke xwedî îradeyeke azad a rêvebirin û xweparastinê bête avakirin. Ji bo raya giştî ya Iraqê, nexasim hêzên demokratîk, divê ev proje baş bête pêşkêşkirin. Gelek hêzên siyasî û kesayetên demokratîk ên Iraqê hene, dê vê projeyê wek mafekî rewa yê Êzîdiyan qebûl bikin û destekê bidin vê xweseriyê.

Li ser asta Kurdistanî, divê li hundur û derve destê alîkariyê ji bo vê projeyê bête dirêjkirin. Di warên aborî, eskerî û dipolomasiyê de divê Gelê Kurd Şingalê û xweseriya wê bi tenê nehêle.