
Dewletên Ereban encamnameya civîna xwe ya bilind diyar kirin û xwestin ku Tirkiyê ji erdên Iraqê vekişe. 28′emîn civîna bilind a dewletên Ereb bi beşdariya 18 rayedarên 18 dewletên Ereban, li Urdunê hat lidarxistin. Civîn ji çapemeniyê re girtî dom kir û di dawiyê de encamnameyek hat diyarkirin. Encamname wiha ye: “Derbarê rewşa Iraqê û destwerdanên dewleta Tirk de, em dibînin ewlehî û aramiya Iraqê hîmeke bingehîn a aramiya cîhana Ereban e. Ji ber vê em destwerdanên dewleta Tirk ên di kar û barên Iraqê de şermezar dikin û Tirkiyê dixwazin ku hêzên xwe ji Iraqê vekişîne.
AMMAN