Doh hêzên polîs û ewlehiyê yên navçeya Xurmatû ya girêdayî parêzgeha Selahaddîn, di ketina navçeyê de wesayiteke ku tijî TNT bû û ji bo teqînê hatibû amadekirin, desteser kirin. Her wiha 3 kes hatin girtin.

Berpirsê Ragihandina Qeymeqamtiya Xurmatû Mihemed Fayiq ku ji RojNews re axivî, got; “Hêzên polîs û ewlehiyê yên navçeyê, li deriyê ketina Duzxurmatû wesayitek tijî TNT desteser kirin. Her wiha di wesayitê de 3 kes jî hatin girtin.”

 Li gorî nûçeya ajansa RojNewsê serçaveyekî hêzên parastinê ku nexwest navê xwe eşkere bike, ragihand ku ew 3 kesên di wesayitê de hatin girtin, çekdarên Heşdî El-Şebî ne. 

Roja 28’ê Mijdarê wesayîtek bombebarkirî li Xurmatû hat teqandin. Di encama vê teqînê de 5 kesan jiyana xwe ji dest da û 9 kes jî birîndar bûbûn. 


 HÛŞMEND KURDÎ/ ROJNEWS