Li Toronto ya Kanadayê bi mebesta ku komkujiya deweta Tirk were şermezarkirin û desteka li nobeta berxwedanê çalakî hate kirin. Meclîsa Gel a Kurd a Demokratîk a Torontoyê ji bo şermezarkirina şewitandina daristanên Kurdistanê û teqandina şikeftinên Heskîfê bi dînamîtan, bi destê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê û ji bo desteka li çalakiya Nobeta Wijdan û Edaletê, çalakiyek li dar xist.
Xelk pêr li Yonge&Bloorê kom bû û heta bi Dundas&Yongeyê meşiya. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên ‘dest li Dersimê nede’, ‘kujer Erdogan’ , ‘Tirkiyeya faşîst’, ‘destê xwe nede Heskîfê, Heskîfê biparêze’ û ‘wekîlên me rûmeta me ne’ hatin gotin.
TORONTO