Xwîna hatî rijandin bîla sedem nîne
ZINAR ALA/MADRÎD
Rojnameya dîjîtal ya herî navdar li Spanyayê Eldiario.es hevpeyvîneke balkêş li gel şêwekarê Kurd Dilawer Omar çêkir. Dilawer Omar di 12 saliya xwe de ji Sûriyê koçber bû, bavê wî di zindanên rejîma Baasê de 5 sal derbas kiribû, ew jî ji ber çalakiyên xwe yên siyasî yên ji bo Kurdan û mafê mirovan. Bavê Omar ji hemwelatîbûna Sûrî û hemû mafên xwe hate mehrûmkirin û ji ber zordariyê li gel malbata xwe bi qaçaxî berê xwe dide Qibrisê. Niha jî ew li Swîsreyê dijî, Omar jî li vî welatî beşa zanîngehê ya Huner, Siyaset û Têkiliyên Navnetewî xwend. Birîna Kurdan Helebce Dilawer Omar di hevpeyvîna xwe ya li gel rojnameya Spanî de behsa êş û tradejiya Kurdan dike. Omer jenosîda Helebce mînak dide û dibêje, “Ez du salî bûm dema vî tiştî rûdabû, lê her Adarê malbata min û 50 mîlyon Kurd vê bûyerê bi vêxistina mûman bi bîr tînin. 5000 kes hatin kuştin, ev yek ji jenosîdên herî xerab ên piştî Şerê Cihanî ya Duyemîn e, Helebçe lekeyeke reş e di wijdana mirovahiyê de.” Ne tenê ji bo Kurdan Omar niha ji bo hikûmeta Swîsreyî kar dike, çanda Fransî û ya Swîsreyî fêrî penaberan dike, di heman demê de jî wextê xwe dide şêwekariyê. Omer wekî mirovekî Kurd ji bo bi tenê hiştina Kurdan di dema dagirkirina Efrînê de wiha dipeyive: “Hem mêr, hem jî jinên gelê min li Sûriyê li dijî DAIŞ“ê şer kiribûn, xwîna xwe rijandin ne tenê ji bo Kurdan ji bo tevahiya cihanê, digel vê yekê cihanê ew bi tenê hiştin.” Bê jinan, serkeftin pêk nayê Her wiha şêwekarê Kurd têkoşîna jinan pirr girîng dibîne ji bo serketina şoreşan, û wiha diaxive: “Jin serkêşiya her şoreşê dikin. Bê wan, serketin pêk nayê, ew bi rola xwe rabûn di raperîna gel de, gelek ji wan hatin kuştin, êşkence li wan hat kirin, destdirêjî li wan hate kirin ji ber ku serî li hember rejîmê hildan”. Farinaza Kurdan Dilawer ji bo keça Kurd Farinaz Khosrawani jî tabloyek çêkir, weke tê zanîn ku Farinaz ji bo ku ji desdirêjiya zilamekî ji hêzên ewlekariyê bireve, xwe ji baniya hotêlekê avêtibû erdê û jiyana xwe ji dest dabû. Her wisa li ser êşa jinên Efxanîstanê jî Omar tabloyek çêkiriye, ew jî derbarê kuştina Farkhuda Malikzada bi destê radîkalan li Kabîlê. Azadî, rûmet û aşîtiyê tîne Di dawiya hevpeyvînê de rojnamevana Eldiario.es wiha dinivisîne: “Li kêleka rengên sor û reş (rengên hezkirî li ba wî) û rûyên bêhêvî yên lehengên tabloyên xwe, Dilawer gelek caran kevokeke spî nîgar dike. Ew jî sembola hêviyê ye ji bo dewama têkoşînê, ta ku di bîra gel de bimîne ku hemû ew qurbanên tên dayîn bîla sedem nebin. Dilawer wiha boçûna xwe tîne ziman: “Xwîna ciwanan ya ku hatiye rijandin bîla sedem nîne. Ew ê azadî, rûmet û aşîtiyê bîne”.