Xwişk û bira du artêş armancek

Egîd Amed û Amara Amed. Zarokên malbatek welatparêz a Farqînê ne. Egîd Amed niha li Şengalê li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer dike. Xwişka wî Amara Amed jî li Rojava şervana YPJ’ê ye.
Amara ku birayê xwe Egîd piştî ku beşdar bibû yekem car dît, wiha got: “Hestek pir cudaye. Di nav şer de her tişt dibe. Coş, kêfxweşî û gelek hestên din. Dîtina min ya heval Egîd ez gelek kêfxweş kirim. Hestek cuda ye. Em xwişk û bira di du artêşên cuda de têkoşînê dimeşînin. Armanca me hemane, em ji bo azadiya gelê xwe têdikoşin.”
Egîd Amed ji pêvajoya ku bi şoreşa Rojava 2012’an û êrîşên li dijî gerîlayan û gel a di 2011-2012’an pêk hat de bi bandor bû û beşdarî PKK’ê bûye. Piştî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya di 3’ê Tebaxa 2014’an bi pêşniyara xwe çû Şengalê. Amed têkildarî çûyîna xwe de got: “Banga serokatiya me hebû, ev bo me talîmatek bû. Çûyîna me ya herêmê jî yek ji peywirên mîsyona me bû. Gelek hêzên ku behsa edalet û mirovahiyê dikirin, ji ber hevsengiyên xwe li dijî komkujiyê bêdeng man. Em jî rojek piştî komkujiyê hatin herêmê û hîna li vir in. Heta Şengal azad nebe û parastina Kurdên Êzîdî nekeve bin ewlehiyê emê neçin ti cihekî. Min bihist ku xwişka min Amara jî beşdarî berxwedana Kobanê bûye. Ez pê serbilind bûm.”
Li Kobanê şerê îradeyê hat dayin
Amara jî di Tîrmeha 2014’an de beşdarî berxwedana Kobanê dibe. Amara di pevçûnekê de ji lingê xwe birîndar bûye û piştî dermankirinê dîsa vegeriyaye eniyê. Amara Amed got ku di pêvajoya şer de bûye şahidê gelek tiştî û wiha berdewam kir: “Şerê li Kobanê şerê îradeyê bû. Di nava tank û fuzeyan de me bi çekên xwe yên şexsî şer dikir. Em bi mehan wisa têkoşiyan. Gelek hevalên me cara yekem çek girtin û şer kirin. Ez fedakarî û qehremaniya li Kobanê ti car jibîr nakim. Hevalek me di pevçûnekê de bi giranî birîndar bû. Hevala me di navbera me û DAIŞ’ê de ma. Me dizanî wê hevala me şehîd bikeve. Lê ji me re gelek giran dihat ku ew bikeve destê DAIŞ’ê. Ji ber çeteyan dizanî em ê biçin wê bigirin, zêdetir êrîş dikirin. Yanî girtina wê hevalê, çûyîna mirinê bû. Lê me hevala xwe ji wan girt. Du hevalên me birîndar bûn. Hevaleke me şehîd ket.”
ŞARISTAN ASMÎN/ANF/ŞENGAL
