Sekreterê giştî yê Federasyona Penaberên Iraqê ragihand ku tenê di meha Çile ya 2016’ê de 134 koçberên Herêma Kurdistanê di Deryaya Ege de xeniqîne, ku cenazeyên 50 ji wan wenda ne. Xwişka parlamentera PDK’ê Vala Ferîd, Tara Ferîd yek ji wan penaberên di
Deryaya Ege de xeniqîne.
Kesekî ku ji binemaleya Tara Ferîd nexwast navê xwe eşkere bike, ji ajansa me re wiha got; “Di nava penaberên di Deryaya Ege de xeniqîne yek jî xwişka parlamentera PDK’ê Vala Ferîd, Tara Ferîd û du zarokên wê hene.”Her heman kes diyar kir ku Tara Ferîd li bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistanê rûdinişt, dayika du zarokan bû û pîşeya wê mamosta bû û wiha got; “Sedema çûna Tara Ferîd a derve ji ber rewşa nebaş a aborî bû. Xaniyê ku têde rûdiniştin, pêş demek nêz firotin û pereyê wî ji bo derbasî welatên Ewropa bibin bikar anîn.”
Termê 24 Penaberan hatin Kurdistanê
Termê 24 hemwelatiyên Kurd ku li deryaya Ege de xeniqîbûn, derbasî Başûrê Kurdistanê hatin kirin û hatin veşartin. Termê kesên ku di deryaya Ege de xeniqîbûn bi rêya firokexaneya navnetewî ya Hewlêrê re hatin Kurdistanê û radestî malbatên wan hatin kirin.
Li gor zanyariyên ku hatine bi dest xistin, erkê paşde anîna termê wan hemwelatiyane bûroya Nêçîrvan Barzanî hildaye ser milê xwe.
Ji ber têkçun û niqumbuna qayîkan li derya ya Ege bi taybet di navbeyna Tirkiyê û Yewnanîstanê de evsal nêzîkî 360 penaber xeniqîn ku piraniya wan xelkê Kurdistan, Efganîstan, Iraq û Sûriyê bun.
HEWLÊR