Rojnemevan, derhêner û çalakgera jin a ji Fransayê Caroline Fourest filma xwe ya bi navê Soeurs d’Armes (Xwişkên çekan yan jî Artêşa Xwişkan) bi dawî kir. Derhênera jin, filma xwe diyarî şervanên Kurd û kesên ji gelek welatên cîhanê çûne û li dijî çeteyên DAIŞ şer kirine, kir. Naveroka fîlmê Jransî behsa tabûreke şervanên jin dike ku ji hemû dewletên cîhanê hatine û li Bakurê Sûriyê li dijî çeteyan şer kirin. Fîlm di 9`ê Cotmehê de wê were pêşandan. Fîlmê “Xwişkên Çekan” yekem filmê Caroline Fourest e ku ji çîrokeke rasteqîn û têkildarî rewşa jina Êzîdî ya bi navê Zara ye. Zara ji aliyê DAIŞ`ê ve tê revandin û difiroşin çeteyekî DAIŞ`ê.
Zara roleke sereke dike
Di fîlm de Zara ji çeteyan direve û beşdarî nava şervanên enternasyonalîst dibe ku tûgaya wan bi nave “Tûgaya Mar” dihat naskirin. Zara roleke sereke di fîlm de dilîze û di wê de hemû jinên ku ji dewletên cuda hatine, tên nasîn. Ji van jinan Lîna, Kenza ku fransî ye û bi eslê xwe cezayîrî ye, Clarîs a amerîkayî û ji Afrîkayê ye ku wek “Segvana Emerîkî” dihat naskirin û Yal a fransî ku hemşeriya tûgaya Mar dikir.
Xwedî paşxane û çîrokên cuda ne
Hemû jin xwedî paşxane û çîrokên cuda ne, di heman demê de xwedî yek armanc in ku ew jî têkbirina rêxistineke hovane ye ku di êrişa xwe ya li dijî jin û ciwanên herêmê de poşman bûne. Fîlm bi beşdariya lîstikvanên cîhanî yê bi navên Dîlan Gwyn, Camelia Cordana, Yasmîn Terînka, Rezan Cemal, Mark Rayder û Gulşîftah Ferahanî ku lîstikvaneke Îranî ye, hatiye kişandin.
Ez şervanên jin pîroz dikim
Rojnemevan û derhêner Caroline Fourest dibêje: ”Ez fîlmê xwe diyarî şervanên Kurd û kesên dilxwaz ku ji hemû dewletên cîhanê hatine dikim. Dilsoziyeke min bi keda wan re ye û ez lehengiya şervanên jin pîroz dikim.”
NAVENDA NÛÇEYAN