Ji Ermenan û Ermenkî jî hez dikin, lê Kurdîtî giran tê. Ji gundê Xendûkê ya li serxetê ne. Di dema şerê yekem de ji ber komkujiyan direvin xwe li binxetê digirin. 

Hêlîn deh salî bûye gava hatine Ewropa, Jiyan du salî, birayê wan ê boksor Loran, Loran di kîloyê xwe de li Swêdê yekemîne û xwîşka herî biçuk Zevîn jî li vir çêbûne. Bavê xwe zû wenda dikin, diya wan di jiyana wan de pir girîng e, him dibe dê û him dibe bav. Çavkaniya hêza wan ya heyî dayîka wan e. 


Hersê jî serkeftî û piralî ne

Hêlîn piralî ye, civaknasî xwendiye, master kiriye, lê hunermendî jê re bûye pîşeya wê ya serdest. 12 salî derdikeve TV'yên Swêdê û strana ‘Nêrgis gulek li gundê me’ distrê. Dûvre di TV Mozaîk de dibe pêşkêşvan. Wisa beşdarî li pêşbirkan bike, pêşbirka neteyeweyên bê dewlet ev ya futbolê ye, lê li wir stran dibêjin. Dikeve nav 6 kesan û paşê jî dibe yekemîn. Albûmek bi navê ‘Keçim ez’ derxistiye. Ev albûm Înglîzî û Kurdî ye. Bi Îngilîzî helbestan û gotinên stranan dinivîse. 

Gava wan dîmenên Şingalê dibîne jî helbestekê dinivîse. Tê de behsa dayîkekê dike ku lêborîna xwe ji zaroka xwe dixwaze. Malbatek ku zaroka xwe ya astengdar li çiya dihêle, ji ber ku gelek malbat nikarin zarokan bi xwe re bibin û divê hinek bimînin ew jî yên astengdar dihêlin. Dûv re ev zarok tê rizgarkirin û li kampake din jiyana xwe ji dest dide. 

Jiyan jî siyaset xwendiye, lê vê gav ji siyaseta çalak dûr disekine. Zevîn jî diçe gymnasyumê, dixwaze bibe rojnamevan.


Organîzeya alîkariyê dikin

Sê xweh zêde naxwazin behsa polîtîkayê bikin. Di bin navê rêxistina KHO (Kurdistan Help Organîzasyon) de kar dikin. Ev sazî ji her sê xwehan pêkhatî ye. Cilûberg komkirine, şîr û derman şandine Şingalê û gelek firaxên din jî. Derbarê hewldanên xwe de wiha dibêjin: "Em digiriyan, lê divabû ji bilî girî û qehran em tişteke din bikin. Êşa me mezin bû, lê divabû em encameke pozîtîf ji vê êşê derxin. Em sê xweh li hev civiyan, me got ka pêdivî ya koçberan wekî din bi çi heye? Gelê me yê perîşan û koçber wekî din çi ji me dixwaze? Cara ewil 1500 karton cil, derman, şîr û heta pêçekên zarokan jî di nav de me gihand kampa Xanikê.

Ev karê yekem ji bo Şingalê bû, dûv re Kobanê derket. Me têkilî bi Swêdiyan re jî danî, wan jî pir peywendiyeke germ dan nîşan. Helbet şîr û derman, kinc girîng bûn, lê ji wan jî girîngtir û bileztir hewcedarî hebûn. Gava em çûn kampan me dît ku ava wan pir qirêj e, di nav de heta kurm û kêz wd jî hene, ew jî vê avê vedixwin, xwe pê dişûn û ji bo her tiştî jî bi kar tînin. Em li ser vê babetê sekinîn. Em li internetê geriyan, li nav xelkê biyanî û Swêdiyan jî me pirsî, paşê ev agahî û pêşniyaz derket holê. Ji bo me ciyê keyfxweşiyê bû, mîna ku em cîhaneke din keşif bikin."


Ji bo pêwazîkiran ava paqij

Di xabata xwe de girîngiyê dedin amûr an rêbazên ku ji bo penaberan avê tedarîk bikin û wiha dibêjin: "Ev dembol (galon) bi tîrêjên tavikê germ dibin heta 40 lîtreyan tijî dibe û 75 derece germ dibe. Him dikele û him jî xwe paqij dike; ava wê ji bo vexwarin û xwarinê û wisa jî ji bo şûştin û her cure pêdiviyê digunce. Av pir girîng e; di aliyê mafên gerdûnî ve jî her mirov mafê ava paqij heye. Dembol temendirêj in, heta deh salan jî kar dikin. 6 kes dikarin jê îstifade bikin. Eger em karibin sed dembolan bidin hev ev jî wê têra deh hezar kesî bike."


Alîkariya hikûmetan digirin

Xwîşkên ku hewldanên xwe domandin ji hikûmeta Swêdê jî alîkarî standin. Têkildarî pêşketina karê xwe yê alîkariya Kobanê û Şengalê van agahiyan didin: "Swêdî hez ji karên wiha dikin. Me babet bir cem wan, soza alîkariyê dan me. Parlamenter heta yên li desthilatê jî pir germahî dan nîşan. Medya û çapameniya Swêdî deriyên xwe ji me re vekirin. Hikumetê 5 milyon euro alîkarî da saziya me. Heta Merkel jî soza alîkariyê da me. Karê me pir bi lez bi pêş ket. 

Niha em hizir dikin ku komîsyonekê ava bikin da ku li her derê Ewropayê lêkolînan bike û him pêdiviyan û him jî derdorên ku dixwazin alîkarî bikin derînine holê. Bi taybetî jî zarok, zarok pir girîng in. Ji bo wan em çi dikarin bikin? Ji bo ev nifş ji destê me neçe div ê em pir kar bikin."

Hêlîn Aro wek gotina dawî  wiha dibêje: "Divêt em Kurd qet nesekinin. Ev fersenda îro ketiye destê me dîrokî ye, divê em ji destê xwe bernedin.  Eger em vê fersendê jî ji destê xwe berdin emê li ber dîrokê rûreş bin. Gerîla, pêşmerge, YPG û HPG tev de pîroz in û hêviyên me ne. "


YEKO ARDIL/BERLÎN