Koma muzîkê ya bi navê Yekpare heta niha dibe ku haya gelek kesan jê tune be. Ev koma muzîkê xwedî tarzekî cuda ye û bi avakirina komê re dengê xwe radigihînin civakê.

Endamê komê Burak Malçok der barê avakirina komê û armanca avakirina komê de diyar dike ku ew di nava komê de li neyê dixe, hevalê wî Sekan Alkan li elektro gîtarê. Malçok aşkera kir ku ew di sala 2011’an de beşdarî Mîhrîcana Klasîkên Ciwanan bûne û wiha axivî: “Piştî derketina ser dikê, muzîka me gelekî hat ecibandin. Piştî nîqaşên cuda biryara avakirina komekî hat dayîn.”

Jina ciwan Gulşah Erol jî endameke jin a komê ye û diyar dike ku ew di nav komê de li çelloyê dixe û piştrast kir ku piştî perkusyon Oray Yay jî beşdarî komê bûye û Koma Yekpareyê xwe ava kiriye. Komê di sala 2013’an de albûmeke bi navê ‘Yekpare’ derxistiye. Endamên komê gotin ku hemû amûrên muzîkê yên bi kar tînin û tişta ku ew anîne gel hev, girêdana wan a zîhnî, dilê wan û muzîk e.


 STENBOL