Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan ji News Channel, ji bernamaya ‘Ulkeden’ re axivî. Kalkan bal kişand ser girîngiya operasyona Reqayê û got, "Bila operasyona Reqa bi pêş ve biçe, bila DAIŞ hinekî ji hev bikeve, wê hingî gelek rastî derkevin holê. Ya ku ji hev bikeve wê ne tenê DAIŞ be". 

Kalkan bi domdarî got, "Beriya her tiştî dixwazim bibêjim, hewl didin zilmeke herî giran a dîrokê li Imraliyê sazkar bikin. Çi têkiliya vê bi exlaq re, bi hiqûq û mirovahiyê re nîn e. Li holê ya heyî ne girtîgeh e, ne darizandin e. Berê jî me gotibû, Rêber Apo bi zelalî vekir. Bi rengekî vekirî rewşa rehîngirtinê ye ev." 

Kalkan, di axaftina xwe de behsa têkoşînê Gerîla kir û got "jî bi biharî re pratîkeke zêde nîşan dide. Ji hêla leşkerî ve, li gorî salên bihurî gerîla performanseke girîng a leşkerî nîşan dide. Helîkoptêr têne xistin, windahiyên artêşa Tirk berbiçav têne dîtin. Dest li ser mewziyên wan têne danîn, tang têne rûxandin, bi vî rengî şerek heye. Dewleta Tirk propaganda dikir û digot, ‘Bi biharî re êdî PKK wê nebe’. Ên ku wiha gotin çûyina ser cenazeyên polîs-leşkeran îro ji xwe re kirine mesaiya sereke. Rewşa ku şerê leşkerî derxistî holê hûn çawa dikarin ravekin?"

Gelê Kurd, jin, ciwan bi lehengî li ber xwe didin. Gerîla performanseke girîng diyar kir, diyar dike û wê zêdetir diyar bike. Şertên dema têdeyî, hêza teknîkê hîn dibe, fêhm dike, perwerde dike û birêxistin dike. Wê têkoşîna zêdetir perwerdebûyî û rêxisinbûyî bike. Ew çend tiştên ku gerîla wê bikin hene. Gerîlatiya xeta modernîteya demokratîk tiştên ku dikare bike hê 30 ji 100’ê wê jî nekiriye. 80 ji 100’î hê xwedî wê zerengiyê ye ku dikare hêza lêxistinê, taktîkê, afirîneriyê û dewlemendiya şêwazê pêk bîne. Bila her kes wiha bi gerîlayê Kurd zanibe." 

Ji bo operasyona Reqayê Duran Kalkan got, "Operasyona rizgarkirina Reqayê ji niha ve bandora xwe kir. Dixwazim vê bibêjim. Bi ser de em bibînin ku DAIŞ li paytexta xwe şikiyaye, hatiye eciqandin, ji Reqayê hatiye derxistin. Helbet hevseng wê li bin guhê hev bikevin. Wê pir biguhere. Serfiraziya Reqayê tenê li Sûriyê na, li Iraqê û hemû herêmê hevsengên siyasî-leşkerî pir mezin biguherîne. Wê têkilî û tifaqên nû, şerê nû diyar bibin. Ji bûyerên Tehranê heta bi Reqayê ev hemû bi hev re têkildar in. Ango nîşan dide bê ka wê çi bibe. Hê bayê destpêkê bû sedema van bûyeran. Encama wê, wê pir zêdetir be. Yê ku feşkilî wê ne tenê DAIŞ be. Ev şerê çeteyan yê li Sûriyê hemû bifeşkile. Ev çete çi bûn, kî bûn, ji kû derketin, kî li pey wan bû? Yê feşkilî wê DAIŞ, faşîzma AKP-MHP’ê be. Yê feşkilî wê xeta Tayyîp Erdogan û siyaseta wî be." 


Bibêjin PDK´ê ha ji te re dewlet  ew ê qebûl neke

Di rewşekê de ku Kurdistan bûye navenda şerî, li gorî Kalkan "PDK bi serê xwe nikare rojeva Kurdan çêke. Rewşa Başûrê Kurdistanê jî bi serê xwe nikare rojeva Kurdan diyar bike. Heke were gotin, hûn veqetiyan, hûn dewleteke cihê ne, werin li gorî rêveberiya dewletî sîstemekê ava bikin, PDK wê vê qebûl bike? Ez ji vê ne bawer im. Bi ya min wê qebûl neke û red bike. Ji ber ku di rewşa berdest de ji tiştekî wiha re ne hazir e." 


NAVENDA NÛÇEYAN