Alîkarê Hevserokên HDP´ê yê mijara karên derve Hizyar Ozsoy ji bo rojanekirina Peymana Edenê got, ev gelekî zehmet e, heta ne pêkan e. Ji bo çareseriya pirsgirêkan jî Ozsoy îşaret bi Ocalan kir û got, “Divê Peymana Îmralî pêk bê”.
Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Hişyar Ozsoy, Peymana Edeneyê nirxand û got: “Heke hûn Peymanan li Edene, Moskov û Washingtonê pêk bînin, ev ê bibe cihê têkçûna siberoja we. Heke peymanek pêk were, divê ew jî Peymana Îmraliyê be.”
Di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de beriya bi 21 salan, Peymana Edeneyê hatibû îmzekirin. Serokdewletê Rûsyayê di hevdîtina xwe ya bi Serokomarê Tirk Tayyîp Erdogan de ev peymana Edeneyê ji nû ve anî rojevê. Ev peyman sala 1998’an bi înîsiyatîfa DYE’yê bi pêş ketibû. Ev peyman wek destpêka komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî tê qebûlkirin. Ji Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê (MA) rojnamevan Selman Guzelyuz li ser mijarê û ka armanca wê çi ye ku Peymana Edeneyê ji nû ve dixin rojevê, bi Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Hişyar Ozsoy re peyivî. Ozsoy alîkarê hevserokan ê ji Karên Derve Berpirsiyar e.
Hûnê eskerên xwe vekişînin
Ozsoy got, herçî daxwaza Tirkiyeyê ya destwerdana Rojava û ya avakirina herêma tampon e, ne Rûsyayê û ne jî DYE´yê ev daxwaz qebûl nekiriye. Ozsoy balê dikişîne ser Peymana Edeneyê ya ku Rûsyayê ji nû ve xiste rojevê û got: “Esas, Rûsyayê bi bibîrxistina Peymana Edeneyê, peyama ´Hûnê nekevin Sûriyeyê û hûnê eskerên xwe ji wir vekişînin’ da Tirkiyeyê.”
Hevsengiyeke ne mumkin
Hişyar Ozsoy got, Tirkiye li dijî şiklê argûmana “Pirsgirêka min a bekayê û ewlehiyê heye” dixwaze rêyeke navîn ji xwe re bibîne. Ozsoy da zanîn ku DYE li dijî vê argûmana Tirkiyeyê, ji bo hevsengiyekê di navbera Tirk û Kurdan pêk bîne, gelekî xebitiye, lê ew di vî karê xwe de bi ser neketiye. Ozsoy got, Rûsya bi bibîrxistina Peymana Edeneyê, karekî zehmet da ser milê xwe û got, “Rûsya niha dixwaze di navbera Tirkiyeyê, Rojava û Rejîma Sûriyeyê de hevsengiyekê ava bike. Rûsya wê formuleke çawa ku Kurd, Tirk û Sûriyeyiyan nêzî hev bike, bibîne? Bi rastî jî hevsengiyeke zor e. Çimkî daxwaz li dijî girseyan e. Tirkiye bi Kurdan re tiştekî naxwaze. Tirkiye daxwazên Kurdan qebûl nake. Tirkiye daxwazên Esad jî qebûl nake. Pêkanîna vê hevsengiyê ji zehmetbûnê û wêde, pêkan xuya nake.”
AKP û Erdogan petixî ne
Ozsoy destnîşan kir ku piştî hevdîtina Erdogan a li Moskovê, Putîn behsa Peymana Edeneyê kiriye, û Erdogan û partiya wî AKP şiband, bazirganê petixî û got, “Ez bawer dikim, Erdogan zehmetiya vê herêma bi ewle dît. Yanî dagirkeriyeke nû zor tê dîtin. Wê demê, belkî li van defterên xwe yên hesabên kevin vegere, derdê wî ew e ku tiştekî nû bibîne. Piştî bi salan li kevnên xwe vegeriya. Ev jî meseleya bazirganê petixî ye, bazirganê miflis. Bazirganek dipetixe, vedigere û li defterên xwe yên kevin dinihêre, wan li nav hev dixe. Diyar e hikûmeta AKP’ê jî top avêtiye û lênûskên xwe yên kevn bi ser hev re diqelibîne. Ji wir Peymana Edeneyê derxist. Bi rewşa heyî, pêkanîna vê peymanê zor xuya dike. Lê derdê wî ew e, ka ew ê vê peymanê çawa aktuel bike. Ne diyar e aliyê Sûriyeyê wê çawa nêzî vê yekê bibe.”
Peymana Edenê ti tişt nebir serî
Alîkarê Hevserokên HDP´ê, Hişyar Ozsoy diyar kir ku êdî dem e ku Tirkiye Esad qebûl bike û her roja ku diçe, karê Tirkiyeyê zehmettir dibe. Li gorî wî, Peymana Edeneyê ya beriya bi 21 salan ti tişt çareser nekiriye û wî gotinên xwe wiha bi dawî kirin: “Heke hûn rabin Peymanan li Edene, Moskov û Washingtonê pêk bînin, ev ê bibe cihê têkçûna siberoja we. Heke peymanek pêk were, divê ew jî Peymana Îmraliyê be.”
MA / ENQERE