Temellî: Em ê qîma xwe tenê bi dayîna daxuyaniya çapemeniyê neyînin, em ê her roj li her derê li kolanan bin, em ê dengê nerazîbûna xwe bilind bikin. Tirsonek wê bêhtir bitirsin.

Xelqê Amedê û HDP´î li dijî desteserkirina şaredariyan çalakiya rûniştinê kir û  daxuyanî da çapemeniyê. Parlamentera HDP’ê Leyla Guven li vir axivî û got, li dijî vê polîtîkayê, pêwîstî bi tifaqa Kurdan heye. Li Mêrdînê jî tevî hevserokê giştî yê HDP´ê Temelli û hevşaredarên bajêr, daxuyanî da û got, “Ev fotografê li Mêrdînê yê darbeyê ye.”

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku nehiştin biçe ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê banga yekîtiyê li gelên Kurd û Tirkiyeyê kir.

Guven got, “Gelê Kurd li dijî vê darbeyê li ser piyan e, li her qadê berxwedan heye. Li dijî vê polîtîkayê pêwîstî bi yekîtiya Kurdan, bi tifaqa Kurdan heye. Me çi bi dest xist bi berxwedanê me bi dest xist. Divê em li çar parçeyan bibin yek û li ber xwe bidin. Banga min e; tevî ku ev yek li Tirkiyeyê tê kirin divê em bibin yek û li ber xwe bidin. Divê em li qadan bin. Tayyîp Erdogan di 15’ê Tîrmehê de bang li her kesî kir ku dakevin qadan, ji ber ku darbe hate kirin. Niha jî li sê bajarên Kurdan darbe hatiye kirin.”

Guven diyar kir, AKP û MHP tengav bûne û got, “Ji çar aliyên dinyayê nerazîbûn li dijî qeyûman hate nîşandan. Li Tirkiyeyê jî gelek kes li dij rawestiyan. Em ji gelê Tirkiyeyê re dibêjin, dereng nemînin, piştevan bin, îro li me hate kirin, sibe wê li we bê kirin. Gelê Kurd qeyûmê li dijî îradeya xwe qebûl nake. Gel di hilbijartinê de dengê xwe bi kar anî, îradeya xwe û biryara xwe nîşan da.”

Tirsonek wê bêhtir bitirsin

Li Mêrdînê jî bi beşdarbûna Hevserokê HDPê Sezaî Temellî daxuyaniyeke çapemeniyê li Parka Karayollari hat dayîn. Temellî di daxuyaniyê de got, “Ev fotografê li Mêrdînê yê darbeyê ye. Em ê her roj li her derî li kolanan bin, dengê nerazîbûna xwe bilind bikin. Tirsonek wê bêhtir bitirsin.”

Bi sedan polîs û erebeyên TOMA destûr nedan girse bikeve parka Karayollari. Li ser vê, hevserokê HDPê Sezaî Temellî tevî hevşaredaran û girseyê daxuyanî da çapemeniyê. Temellî di axaftina xwe de dagirkirina şaredariyan weke darbeya sivîl a 19´ê Tebaxê bi nav kir û got, ev desthilatî ewçend tirsonek bûye, nikare xwe li daxuyaniya çapemeniyê ragire. Ev fotografê em dibînin, fotografê darbeyê ye. Di vî fotografî de îradeya gelan tine tê hesibandin. Em ê jî li dijî vê xwedî li demokrasiyê derkevin û li ber xwe bidin. Em ê li dijî van kesên bi dijminatiya Kurdan xwe xwedî dikin û li dijî van zaliman, li kolanan dengê aştî û heqîqetê bilind bikin.”

Temellî bi bîr xist ku desthilat çawa ji bo şer dest datîne ser budceyê û got, “Em ê qîma xwe tenê bi dayîna daxuyaniya çapemeniyê neyînin, em ê her roj li her derê li kolanan bin, em ê dengê nerazîbûna xwe bilind bikin. Tirsonek wê bêhtir bitirsin.”

Piştî daxuyaniya çapemeniyê, Temellî û girseya pê re, tevî astengiyên polîsan jî heta bi avahiya HDPê ya bajêr meşiyan.

 

AMED/MÊRDÎN