Heta niha, tevgereke wisa bi rengeke dijîslam, taybet jî li Rojhilata Navîn derneketî bû. Em dikarin li Ewropa çend hewldan û koşanan bijmêrin lê, ewana jî zêdetir ne bi fikreke dijîslamî, taybet li ser bingeha dijbûna tevahî olê, an jî em dikarin bêjin bi giyaneke ramanî û feylesofîk derketî bûn. Lê di dîroka olan de cara yekem e mefhûmeke evqasî ecêb dertê û tevgereke dijîslamî, di hembêza axa îslamiyetê de destpê dike, ji xwe re cih û war dibîne, gelek însan û hêz li derdorê xwe kom dike, wek bi awayekî aşkere derfetên çek û sîlah pêyda dike û ji bo birdoziya xwe ya dijîslamê jî tevdigere. Bi van taybetmendiyan jî na, li ser bawermendên îslam jî bandorek datîne û hewldana xwe ya dijîslamê jî rojbiroj hê xurt dike... Taybetmendiya DAÎŞ'ê, taybetmendiyeke bi vî rengî ye. Ji ber van yekan jî em dikarin bêjin ola Îslam, ji roja damezrandin û dîroka xwe heta vê rojê, ji bo hebûna xwe rastî talûkayeke bi vî rengî ve rûbirû nema bû.
Li erdnîgariya Rojhilata Navîn, ji demeke dûr û dirêj e ku rewşa desthilatdariyê, qasî roja îro rastî hejandineke bi vî rengî nehatî bû. Lİ Rojhilata Navîn şer û pevçûn tu carî hêza xwe wenda nekir, nesekinî, her tim di nav şer de bû, lê belê cara yekem e ku potansiyeleke guherînê ya bi vî rengî, ango xwedî birdoziyeke wisa ku pergal û hişmendiya desthilatdariyê tevda ji kokê re bibe an jî biguherîne, ew pergal nêzî wekheviyê, nêzî dadmendiyê, nêzî azadiya her cinseke zindî, însan û civakan bike, tune bû. Ji dema berî îslam, berî Mesihiyetê, heta berî Mûsa û Mûseviyetê jî bigirin heta demên gelek şaristaniyên Mezopotamya, heta pergala û desthilatdariya ku Selahaddîn Eyûbî damezrandîbû navde jî, tevgereke xwedî birdozî û xwedî jiyaneke evqasî wekxwe derneketîbû. Bi van taybetmendiyan jî na, ev birdozî û ev rêça jiyanê xwe ya biêş, tenê bi çend kesan ve bide destpêkirin û li çiya û li çolan, bi mirinan, bi êşên giran ve guhestîne, her wiha bi çend kesan ve destpê bike û bigihîje erdnigariyekî û bandora xwe jî bigihîne cihanê... Taybetmendiya PKK'ê taybetmendiyeke bi vî rengî ye. Ji ber van yekan jî em dikarin bêjin pergala tevahî desthilatdariyê, çi koletî, çi zorkerî ya axên çandinî, çi eşîrtî û çi modernîteya qapîtalîzmê, pergala tevahî desthilatdariyê, ji bo desthilatdarbûna xwe rastî talûkayeke bi vî rengî ve rûbirû nema bû.
***
Ev rewş, wekî ku doh Nazan Ustundag jî di quncikê xwe de nivîsî bû, ji rastî hev hatin û bi hev re şerkirina başî û xirabî bixwe ye. Ev şer, ne şerê Kurdan e, ne şerê eşîran e, ne şerê olan, ne şerê axan e, ne şerê netewan ne şerê aborî, çek û desthilatdaran e. Na!..
Ev şer, di navbera du enî de ye: Kesên ku dixwazin nirxên însanetî ku ji dîrok vir ve hatiye çandin bikujîn yek... Ya duyemîn jî kesên ku dixwazin ji însanetî çi mayî ji nû ve ava bikin û însanetî re bixizmet bin... Şer di navbera van herdûyan e...
Ji ber vê yekê jî ev şer, şerê bawerî û bêbawerî ye. Ev şer şerê mirovahî û dermirovahiyê ye. Ango ev şer, yên ku dixwazin însanetî ji kokê re têkbibin û yên ku dixwazin însan li ser dinyayê wek însan bimîne û şaristaniya xwe ya mirovî pêşve bibe, şerê di navbera wan de ye, ev şer şerê me hemûyan e.