Dr. Omer: Di hinek peywendiyên me ligel welatên ku welatiyên wan di destê me de ne, diyar dikin ku ew çete gelek xeter in, ew wan nagirin. Dibêjin; ‘Hûn li gel xwe dadgeh bikin, beşek jî dibêjin, welatiyên me bikujin!’. Em nikarin van kesan bikujin.
RÊBAZ HESEN / SILÊMANÎ/ANF
Berpirsê Têkiliyên Derve yê Kantona Cizîrê Dr. Abdulkerîm Omer got, têkilî bi gelek dewletan re danîne da ku welatiyên xwe yên di destê wan de, bibin. Heta niha gelek ji wan welatan bersiva peyamên wan nedane û ji ber metirsiyê, hinekan ji wan gotiye: “Li gel xwe dadgeh bikin, yan jî bikujin!”.
Ciwanên Kurd, Ereb, Suryan û pêkhateyên herêmê yên di bin sîwana YPG/YPJ û QSD’ê de xwe bi rêxistin kirîn, bi salan e li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî çeteyên DAIŞ’ê, El Nûsra, El Qaîde, Ehrar El Şam û bi dehan komên cuda yên li serê mirovaniyê bûne bela, têdikoşin. Di van şeran de 16 hezar çete hatin kuştin û bi sedan çete jî neçar man ku xwe radestî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bikin. Heta niha 800 çeteyên biyanî xwe radestî QSD’ê kirine.
Ji 46 welatan
Berpirsê Têkiliyên Derve yê Kantona Cizîrê Dr. Abdulkerîm Omer anî ziman ku ew çeteyên li Rojava şer dikin, ji 46 welatên biyanî yên cîran in, ew jî ketine navan hewldanan da ku ew dewlet bên hemwelatiyên xwe bigirin.
800 çeteyên biyanî ne
Dr. Omer bal kişand ser hejmara kesên ku xwe radestî hêzên QSD’ê kirine û got, “Di pêvajoya rizgarkirina xaka Rojava û bakur û rojhilatê Sûriyeyê de zêdetirî 800 çeteyên DAIŞ’î, dîsa 584 jin û 1248 zarok ku welatiyên 46 dewletên cîran in ku ji aliyê hêzên QSD’ê ve dîl hatine girtin û yan jî ew bi xwe teslîm bûne.”
Bên welatiyên xwe bibin
Berpirsê Têkiliyên Derve yê Kantona Cizîrê Dr. Abdulkerîm Omer bal kişand ser berxwedana hêzên Kurd û pêkhateyên heremê yên li dijî çeteyên DAIŞ’ê û got: “Me bi xwîn û berdêlên pirr giran ên şehîdan karî xak û navçeyên xwe ji destê çeteyên gemar rizgar bikin. Ev jî bû derfeteke yekcar mezin ji bo hemû mirovahiyê. Ji bo wê, divê her dewleteke ku welatiyên wan di destê me de ne, bi berpirsyariyeke exlaqî û hiqûqî xwe berpirs bibînin û bên welatiyên xwe bibin. Daxwaz ji wan dewlet û bi taybet ji dewletên Ewrûpa û navneteweyî dikin ku bi erka xwe rabin. Ji ber ku topeke ji agir û varêlekî barût e, ne diyar e bê ka kengê wê biteqe.”
Em van çeteyan dadgeh nakin
Dr. Omer got, ew van çeteyan dadgeh nakin û wiha peyivî: “Em van çeteyan dadgeh nakin, em dixwazin her dewletek welatiyên xwe bibe û dadgeh bike. Yan jî dadgehek ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve were kirin û her çeteyek li welatê xwe cezayê xwe bikişîne. Heger me dît ku civaka navdewletî bi erka xwe ranabe, wê demê em ê biryarekê bidin. Em vê careke din dubare dikin ku em van çeteyan li gel xwe ranagirin. Çawa bi hevkariya koalîsyona navneteweyî me DAIŞ têk bir, em ê vê metirsiyê jî li dûv xwe bihêlin, ji ber ku ev metirsî ji xetera DAIŞ’ê ne kêmtir e.”
Tekilî datînin
Dr. Omer têkildarî peywendiyên li gel welatên ku çeteyên wan di destê wan de jî got, “Hin welatên ku me têkilî bi wan re danîne, hatine welatiyên xwe birine. Nimûne; Rûsya 50 jinên Çeçen birine, dîsa Endonezyayê 3 welatî, Siûdî 2 jin û 3 zarok girtine. YPJ’ê 1 jin û 4 zarok radestî sîxûriya Emerîka kiriye. Dîsa têkildarî heman mijarê peywendî me ligel Danîmarka, Belçîka, Hollanda daniye, lê heta niha bersivek ji bo van peywendiyan nehatiye dayîn.”
Dibêjin wan bikujin
Dr. Omer li ser mijara wernegirtina hinekan ji wan welatên ku welatiyên wan di destê wan de ne jî got, “Di hinek peywendiyên me ligel welatên ku welatiyên wan di destê me de ne, diyar dikin ku ew çete gelek xeter in, ew wan nagirin. Dibêjin; ‘Hûn li gel xwe dadgeh bikin, beşek jî dibêjin, welatiyên me bikujin!’. Em nikarin van kesan bikujin. Ji ber ku di destûrên me de qanûna darvekirinê nîne. Her wiha jin û zarok me ne xistine nava girtîgehan. Ew li 3 kampên bi navê Roj, El Hor û Elîsa hatine bicihkirin. Lê çete di girtîgehê de ne.”