Heyetek ji parlamentera Partiya Kesan a Elman û Alîkara Serokê Parlamentê Claudia Roth û parlamenterên Elman hat Mêrdînê û Êzîdiyên li otogara Mêrdînê ziyaret kir. Di dema serdanê de Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, Hevşaredarê Navçeya Artûklû Emîn Irmak, Hevşaredarê Bajarê Agirî Sirri Sakik û Serokên Daîreya Şaredariyên Bajarê Mezin amade bûn. Heyet li nava Êzîdiyên li otogarê bi cîh bûne geriya û bi zarok, jin û mêran re sohbet kir. Kurdên Êzîdî yên rastî hovîtiya çeteyên DAIŞ‘ê hatin, bûyerên bi serê wan de hatin, bi heyetê re parve kirin.


´Divê xweparastin xurt bibe´

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk di serdanê de da xuyakirin ku ji bo cihê Êzîdiyên li vir bicih bûne xweş be, çi ji destê wan tê hewl didin pêk bînin û got, lê belê ev yek bi tenê bi alîkariya însanî ne pêkane. Turk diyar kir ku duh li Şengalê, îro li Kobanê sibê dibe ku li cihekî din zext û zilm li Kurdan bê kirin û wiha axivî: “Em baş dizanin, ku heta derfetên xweparastina Kurdan neyên afirandin, ev alîkariyên însanî wê dilê Kurdan rehet nekin. Îro Kurd bûne hedefa çeteyeke hovane. Divê ji Kurdan re çek bê dayîn ku karibin xwe pê biparêzin. Divê hêza koalîsyonê, Ewropa ji aliyê çekan ve alîkariyê bigihînin Kurdan.”

´Biratî ji holê radibe´

Turk bibîrxist ku alîkariyên ji bo koçberan têr nakin û got: “Divê dewleta Komara Tirkiyeyê jî êdî biryara xwe bide. Wê biryarê bide ku Kurdên hezar sale pê re dijîn hilbijêre, yan jî wan. Eger di vê dema girîng de Komara Tirkiyeyê feraseteke ku Kurdên jê re dibêje birayên me ne hembêz dike nîşan nede, wê ev biratî ji holê rabe û êdî mafê xwe tinebe ku careke din gotina biratiyê bilêv bike. Dema bêje biratî jî, ev yek wê ji aliyê Kurdan ve bi hêrs bê pêşwazîkirin. Hem wê Kurd bi komkujiyê re rû bi rû be, hem jî dûre jê re bêje Kurd birayên me ne. Êdî ne pêkane ku Kurdan bi vê bidin bawerkirin. Di vê nuqteyê de bi rastî jî em şikestinekê dijîn. Eger em li herêmeke hevpar, li welatekî hevpar dijîn, divê ji bo afirandina van herêman êdî derfet werin afirandin.”

´Zilmeke mezin heye´

Parlamentera Partiya Kesan a Elman û Alîkara Serokê Parlamentê Claudia Roth li dû serdanê daxuyaniyek da rojnamevanan û diyar kir ku Kurdan êşeke gelekî giran kişandine û ji Çiyayê Şengalê reviyane û xwe gihandine vê derê. Roth da zanîn ku li vir rewşeke aram ji wan re hatiye dayîn û got, “Bi dîtina min, divê alîkarî ji van mirovan re bê dayîn. Divê alîkariyên girîng werin kirin. Ne tenê li vê herêmê, di serî de Kobanê divê ji gelên li wir re jî alîkarî bê dayîn. Em dibînin ku bûyerên dramatîk ên gelekî girîng, bûyerên trajedîk qewimîne û ev mirov bi rastî jî ji zilmeke mezin reviyane û hatine vê derê. Em dibînin ku li vî cihê hatine bicihkirin, bi alîkariya Hevşaredarê Bajarê Mezin Ahmet Turk re, van mirovan hizûr dîtine. Em ji wan re spas dikin. Lê bêguman ev têrê nake. Divê dewleta Tirk jî alîkariyê bide van mirovan. Saziyên navneteweyî jî pêwîste destekê bidin.” Di dawiya axaftina xwe de Roth destnîşan kir ku hed û mafê kesî nîne ku pêşeroja zarokên li vir ji destê wan bê girtin û diyar kir ku pêşerojeke bedew mafê van zarokan e. Piştî axaftinan heyeta Elman, ji bo Êzîdiyên li Amedê ziyaret bike, çû Amedê.

MÊRDÎN