Dr. Thomas Schmidinger yek ji wan kesan e ku weke çalakvanê siyasî û weke zanyarê siyasî bi awayekî xurt elaqedar dibe bi Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê re. Ji bo ku em rewşa giştî ya li Sûrî, li Rojava û dewra Tirkiyeyê di sala 2015’an de pê re minaqeşe bikin û ji bo sala 2016’an îhtîmalan binirxînin, me sohbetek kir. Thomas Schmidinger her wiha nivîskarê pirtûka bi navê Krieg und Revolution in Syrisch-Kurdistan: Analysen und Stimmen aus Rojava (Şer û şoreş li Kurdistana Sûriyê: Analîz û deng ji Rojava) e. Schmidinger îsal çû Kantonên Rojavayê Kurdistanê jî û ji ber ku dikare çavkaniyên bi Erebî jî bişopîne karîbû behsa gelek aliyên şerê navxweyî li Sûriyê bike.


Thomas tu dikarî ji kerema xwe behs bikî, sala 2015an li Sûriyê û li Rojavayê Kurdistanê çi qewimî?

Tişta herî girîng ew e ku ku ji hêzên YPG/YPJ’ê hat êrîşên DAIŞ’ê bi ser Kobanê de bişikînin. Dîsa Hezîranê ji YPG/YPJ’ê hat ku di navbera kantonên Kobanê û Cezîrê de bi hevkariya hevbendên ji Artêşa Azad a Sûriyê yên sekuler fetihkirina Girê Spî mumkin bû. Bi vê jî mumkin bû ku rêya herî girîng a girêdana lojîstîkî ji Tirkiyeyê ji bo DAIŞ‘ê were birrîn. Li aliyê din jî girêdanek di navbera herdu kantonan de pêk hat. Li başûrê Hesekê jî serketinên eskerî hebûn, lê ji ber ku êdî mixabin şerekî li tevahiya Rojhilata Navîn heye, serketinên eskerî yên li aliyê Şengalê tevî hêzên pêşmerge jî girîng in. Lê belê heke mirov Rojava ji navê derêxe, li Sûriyê bi giştî rewş baştir nebû. DAIŞ li başûrê welat serketî bû. Ya ji wê jî muhimtir jî ew e ku komên piçûktir û bi pirranî sekuler ên serhildêran herçû bêhtir ji holê hatin rakirin. Êdî bi tenê li gelekî başûrê welêt komên serhildêran ên sekuler mane. Ji bilî wan û ji bilî YPG/YPJ’ê komên çi kêm û çi zêde Îslamîst mane yên weke DAIŞ, Cebhet el-Nusra, Ehrar el-Şam mane. Herçî Cebhet el-Şamiye, tevî hemû komên di navê de ku Tirkiye jî destekî didiyê her tişt e, lê ne sekuler e. Rejîmê jî bi alîkariya Rûsyayê hinek erd bi dest xist û komên sekuler li bakurê welêt ji bilî hêzên Kurd bi temamî ji holê rabûn. 


Destweranên ji derve diyar e ku diyarker in, di rewşeke wisa de dewra dînamîka hundir a Sûriyê wê çi be, yan jî çareserî wê çawa be?

Heke mirov doza çareseriya pirsgirêka li Sûriyê dike, hingê mirov divê qebûl bike ku ev çareserî bêyî wan hêzên destwerdayî Sûriyê ne mumkin e ku pişta komên cihê li Sûriyê digirin. Şer û pirsgirêka li Sûriyê ji mêj ve bûye pirsgirêkeke transnasyonal. Êdî ne bi tenê şerekî navxweyî ye û nakokiyên berjewendiyan ên li herêmê jî di navbera Erebistan Siûdî, Qetar, Tirkiye li aliyekî, Îran û Rûsya li aliyê din, şerê hev dikin. Heke em dixwazin aktorên şidetê yên cihê li Sûriyê dixwazin ber bi çareseriyekê ve bibin, divê ev hêzên hegemoniyal jî bikevin nava meseleyê ji bo çareseriyê. Heke ev yek gelekî dewam bike, hingê ew tehlûke heye ku Tirkiye ne bi tenê weke destekdarê koman li Sûriyê destwerde, lê belê erdên dewleta Tirk bi xwe bibin beşek ji vî şerî, qet nebe erdên Kurd lê pirranî.


Tu çapemeniya Erebî jî ji nêz ve dişopînî, gelo li Sûriyê alternatîfên ji bilî Rojava hene, dema mirov rejîmê û komên tundraw û Îslamîst li aliyekî dayne?

Komên pêşverû yên demokrat hene. Ev hêz hîna jî hene, lê belê ev ne ji wan hêzan e ku di şerekî navxweyî de hêz bin, lewra li wir hêzên eskerî xurt in. Di şerekî demdirêj ê navxweyî de ne hêzên sivîl, lê hêzên eskerî yên hişk xurt in. Di nava tevgera Kurd de jî mirov qismî vê dibîne. Bi hebûna YPG/YPJ’ê PYD li Rojava li gorî berê xurttir bû. Li nava deverên Ereb ên Sûriyê ev bêhtir wisa bû. Li wir hêzên şekdar ên cihê diyarker in. Lê belê hîna li deverinan komên sivîl ên mixalefetê hene, nexasim li başûr ku Sûriyeyeke demokratîk texayul dikin. Li deverên di bin destê rejîmê de weke Şamê, hîna jî komên sivîl ên mixalefetê hene ku qismî êdî ne legal bûne. Helbet ji ber wê yekê jî êdî ne darî çav in ji ber ku van salên dawî gelek serek û pêşengên van koman mişext bûn, hatin Ewrûpa. 


Tu QSDê û serketinên wê yên vê dawiyê çawa dinirxînî? Gelo ev ê karibe di warê eskerî de li gorî te alternatîfekê biafirîne?

Ez vê mumkin dibînim. Lê belê hêzên Ereb ên ku di nava vê komê de ne ji aliyên hêzên mixalefeta Ereb ve çi kêm û çi zêde weke baskên YPG/YPJ’ê tên dîtin. Ev ne ji wan koman in ku dikarin bi serê xwe kapasîteyeke mezin a eskerî bînin nava vê hevgirtina eskerî. Ji ber wê gelek komên Ereb û gelek komên berê yên mixalefetê weke hevgirtineke vîtrînê dibînin. Dîsa jî ew komên Ereb ên ku ya rastî ne heyranê tevgera Kurd in, tevlî vê hevgirtinê bibin, lewra ji bo wan halê hazir sê alternatîf hene: Rejîm, komên tundraw ên Îslamîst yan jî Kurd. Û van demên dawiyê her diçe bêhtir min tecrûbe kir ku meyildarî heye di nava komên sekuler ên mixalif de ku li aliyê Kurdan cihê xwe bigirin, tevî ku dibêjin em ne heyranê Rojava ne, lê ew dîsa jî ji hemû alternatîfên din çêtir e.


Dîsa jî Davutoglu QSDê weke hevgirtineke Ereb dibîne?

Heke Davutoglu qebûl bike ku di nava QSD’ê de hêza diyarker e, hingê ji bo ku di nava hilbijêrên xwe yên li Tirkiyê de karibe şermezar nebe, neçar e dest werde. Beriya çend mehan dema YPG/YPJ’ê hewl da li aliyê Cerablûsê hemleyekê bide destpêkirin, Tirkiyeyê bi hêza xwe ya hewayî li cem DAIŞ‘ê cihê xwe girt. Tirkiyeyê timî îdîa kir ku derbaskirina Firatê xeta wan a sor e. Lewra ev dever di navbera Kobanê û Efrînê de ew cihe ku Tirkiye dixwaze “devera ewlekariyê” lê ava bike. Tirkiyeyê çawa ku me dît, eskerî dest werneda û bi ya min bi tenê dikare dest wernede heke bibêje ev hêz ne YPG/YPJ bûn, lê hin hêzên din bûn.


Wê ji bo Tirkiyeyê wê niha rewş çi be, çi opsiyon hene ji bo Tirkiyeyê?

Tirkiye ji mêj ve dixwaze “herêmeke tampon” ava bike di navbera kantonên Efrîn û Kobanê de. Dixwaze li vir hezeke eskerî ya Sûrî bi cih bike, weke xuya ev hêz Cebhet el-Şamiyye ye. Bi vê hem destekê dide tundrawên Îslamîst, hem jî beriya her tiştî deverekê di nava kantonên Efrîn û Kobanê bi cih dike da ku Kurd herêmên xwe hemûyan bi hev ve nekin. Lê heta niha Tirkiyeyê nikarîbû vê armanca xwe bi cih bîne. Maneya vê ew e ku Tirkiye yan eskerî yan jî siyasî lawaz e ji bo pêkanîna vê yekê. Lawaziya eskerî muhtemelen ew e ku hevgirên wan ên NATO’yê nexasim DYE jê re dibêje, ew ê tiştekî wisa qebûl neke. Li aliyê din wisa diyar e Tirkiye niha kapasîteyên xwe yên eskerî di şerê li dijî bajarên Kurdan bi kar tîne.


Dewreke Rûsyayê jî heye ne wisa?

Jixwe bi îhtîmaleke mezin yek ji sedemên sereke ku hevgirên Tirkiyeyê yên di NATO’yê de herî zêde jî ji ber Rûsyayê jê re dibêjin ew ê herêmeke tampon qebûl nekin. 


Baş e, ji bo 2016an mirov dikare çi hêviyê bike?

Weke hemû welatiyên Sûrî, ez jî çareseriyeke aştiyane hêvî dikim. Bi ya min halê hazir bi tenê yek derfeta dawî maye ji bo vê. Ev jî dewamkirina hevdîtinên li Viyanayê ye. Heke niha hêzên hegemoniyal êdî dizanin ku şerê li Sûrî dikare ne bi tenê li herêmê lê li seranserê dinyayê ber bi şerekî eskerî ve biçe, û heke êdî hevsaran bişidînin, hingê ez şensekî dibînim ku hêzên hegemoniyal li hev bikin li ser federalkirina welêt ji bo ku qet nebe demkî xetên şerî werin qerisandin. Heke ev neqewime, hingê tirsa min ew e ku Sûrî ne bi tenê bibe Somaliyeyeke duyemîn, lê belê bibe sedema şerekî mezin li tevahiya herêmê, û bi tevlîbûna van hêzên hegemoniyalê hemûyan hingê em ê berê xwe bidin ber bi rewşeke mîna şerekî cîhanî yê ku bi reng û awayên cihê tê birêvebirin. 


LUQMAN GULDIVÊ