Yan nûnertî yan înkar
SONYA BAYIK
MA/MÊRDÎN
Namzetê Parlamenteriyê yê HDP’ê yê Mêrdînê û Nûnerê Tirkiye yê Yekîtiya Suryaniyên Ewrûpa (ESU) Tuma Çelik, ji hilbijêran xwest bifikirin û dengê xwe bidin û got, „Her dengê bê dayîn, yan dê bêtir nûnertiyê bi pêş bixe, yan jî dê bêtir înkarê bi pêş bixe. Divê Suryanî hay ji vê hebin, biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin.”
Tuma Çelik li Gundê Hilhilê yê Navçeya Mîdyadê ya ser bi Mêrdinê ji dayik bûye. Hêj 9 salî koçberî Stenbolê bûye. Paşê jî ji ber zextan û zordariyê koçberî Ewrûpayê bûye.
Çelîk piştî 25 salan, sala 2011’an vegeriya ser axa xwe. Çelîk, piştî hat Mêrdîn, dîsa li ser Suryaniyan lêkolîn kirin û rojnameya Sebro ya bi Tirkî û Suryanî çap kir. 5 pirtûk li ser çand û dîroka Suryaniyan nivîsîn. Sala 2012’an de rojnameya Sebro (Hêvî) ku bi Suryanî û Tirkî weşanê dike, çap kir. 6 salan mehane çap kir. Gerînendetiya rojnameyê kir. Di Kongreya Demokratîk Gelan (HDK) de cih girt.
Li Torê gel dikarin bi hev re bijîn
Çelik ê ku niha ji HDP´ê namzetê parlamenteriyê ye, destnîşan kir ku li dijî feraseta Netewe Dewletê pergala pirr zimanî, pirr çandî û pirr nasnameyî esas digirin û got: “HDP cudahiyan diparêze û nûnertiya wan dike. Dîsa komeleyên Suryanî jî piştgiriyê didin me. Ez bi hevkariya saziyên Tirkiye û Ewrûpa bûm namzet. Wekî Suryaniyekî di nava HDP’ê de cihgirtina min tiştekî xwezayî ye. Em dê nîşan bidin ku li herêma Tur Abdin a Mêrdînê gel çawa dikarin bi hev re bijîn.”
Çelîk ji bo tifaqa AKP-MHP û îtifaqên bi CHP’ê re jî got, “Ev tifaqên li ser înkarê ne. Her dengekî biçe van tifaqan diçe înkarê. Her dengekî biçe HDP’ê diçe demokrasî û jiyandina nasnameyan. Suryanî divê bi vê zanebûn û hişmendiyê biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Yan dê dengê xwe bidin tifaqa ku înkara nasnameyan dike, yan jî dê dengê xwe bidin HDP’ê ku nûneriya nasnameyan dike.”