Li paytexta dilan Amedê, Koma muzîka Colemêrgê ya bi navê LaWje, konserek da, di konserê de wan stranek diyarî Leyla Given kir, Selahettin Demirtaş jî bi “Porê delal min sor e” ji bîr nekir.
Koma muzîkê LaWje li Amedê konsereke taybet da û bi newayên stranên Colemêrgê şeva Diyarbekiriyan şên kir. LaWje strana “Yar Herê Leylê” jî diyarî Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven kir.
Koma muzîkê LaWje, bi organîzasyona Publo li Amedê ev konsera hanê da. Koma LaWje bi berhevkirina stran û kilamên herêma Colemêrgê tê nasîn û ji xwe di konserên xwe de jî wan stran û kilaman dibêje. Konser li Mala Mamosteyan a Amedê ya li navçeya Yenîşehîrê pêk hat. Bi sedan muzîkhez û hin nivîskarên Kurd beşdarî konserê bûn. Endamên LaWje bi cilên xwe yên gelerî yên herêma Colemêrgê derketin ser dike.
Bûna li Diyarbekirê
LaWje bi strana “Hay meşke” dest bi konsera xwe kir û pişt re solîstê komê Alî Tekbaş axivî û got, “Ji ber ku li Amedê me, kela canê min bi xweşî rabûye. Gelek hunermend û nivîskarên me û muzîkhezên muzîka Kurdî ji bo çand û hunerê Kurd gelek ked dane. Em careke din wan hemûyan bi bîr tînin. Niha barê wan li ser milê me ye. Em neçar in ku vî barî ragirin. Em bi vê yekê gelekî kêfxweş in. Em jî hewl didin stranên wan bigîjînin we. Em wan careke din bi bîr tînin. Çand û zimanê me girîng e. Divê em li her deverê xwedî li ziman û çanda xwe derkevin.”
Demirtaş delalê dilê wan e
LaWje rojnamegerê Ermenî Hrant Dînk ê beriya bi 12 salan li Stenbolê hat qetilkirin jî bi bîr anî û stranek diyarî wî kir. LaWje dema strana “Porê delala min sor e” got jî Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş bi bîr xist û silavên xwe jê re şandin. LaWje ji bo Demîrtaş got, “Her çiqas ew ne di nava me de be jî lê ew delalê dilê me ye.”
Greva birçîbûnê silav kirin
Koma LaWje, greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven jî bi bîr xist û strana “Yar Herê Leylê” diyarî Leyla Guven kir û çalakiya wê silav kir.
Koma LaWje salon bi kilam û stranan herêma Colemêrgê şên kir. Di hin stranan de welatiyan jî dîsgotinên stranan li komê vegeradin. Kêliyekê jî dengê çepikan ji salonê kêm nebû û welatiyan li ber hin stranan govenda herêma Colemêrgê gerandin. n MA / AMED