Ji doza Nisêbînê, jina bi navê Yasemîn Erkol, a ku dayika 7 zarokan e, hat tehliyekirin.

Li navçeya Nisêbînê ya ser bi Mêrdînê, di dema êrişên li dijî Berxwedana Xwerêveberiyê de 53 kes hatibûn destgîrkirin û girtin. Piştî ku biryara tefrîkê hat girtin, doza wan dewam dike. Li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê di çarçoveya vê dozê de pêr rûniştina doza li dijî dayika 7 zarokan, Yasemîn Erkol, Nurşan Demîr û Enes Taşkin çêbû. Girtî tevlî rûniştinê nebûn.

Di rûniûtinê de parêzer amade bûn û dadgehê li ser parastina berê ya girtiyan biryara navberê da. Dadgehê Yasemînê bi “Qenaeta wicdanî” tehliye kir. Heman dadgehê, derbarê Nurşan û Enes de biryara dewama girtinê da.

Di rûniştinên dozê de doh jî doza Mehmet Tahîr Avci yê ku astengdar û bêkes e, Osman Bozkurt, Mehmet Faruk Engîn û Jiyan Ay cuda cuda çêbûn. Mehmet Tahîr Avci bi alîkariya cendimeyan hat salonê. Kesên din jî ji ber di greva birçîbûnê de ne bi daxwaznameyê dan zanîn ku beşdarî rûniştinên dozê nabin.

Dadgehê tevlî Mehmet Tahîr cuda cuda biryara dewama girtina wan da û dosya ji bo mutealayê ji serdozgeriyê re şand.

 

MÊRDÎN