Ji fermandarên YBŞ’ê Mazlûm Şengal di serî de Kurdên Êzîdî bang li tevahiya gelê Kurdistanê kir da ku di nava berxwedana YBŞ‘ê de cih bigirin.

Bi wesîleya yekemîn salvegera komkujiya Şengalê li quntarên Çiyayê Şengalê merasîmeke mezin a leşkerî hat lidarxistin. Di merasîmê de 150 şervan, ji fermandarên YBŞ’ê Mazlûm Şengal, Raperîn Engîzek, Dêrsim Şengal û Dijwar Feqîr amade bûn.

Ji fermandarên YBŞ’ê Mazlûm Şengal li merasîmê peyivî, bang li tevahiya ciwanên Êzîdî kir ku tevlî YBŞ‘ê bibin, tola komkujiya Şengalê hilînin û got: “ Xwestin civata Êzîdî, Êzîdiyatiyê bi temamî ji holê rakin. Lewma xwestin vê plana xwe di 3’ê Tebaxa 2014’an de bixin meriyetê, lê dîtin ku komkujî û planên wan li gorî wan wê nameşe. Em weke hêzên welatparêz û dildarên axa xwe, bi şerê xwe yê li dijî çeteyên DAIŞ’ê re me pêşî li vê komkujiyê girt.”


YBŞ bû bersiva dijmin

Şengal anî ziman ku damezrandina YBŞ´ê ji bo dijmin bû bersiva komkujiya Şengalê û got: “Damezrandina YBŞ‘ê weke bersivek li hemberî komkujiya li dijî gelê me ye. Hin hêzan gotibû, ‘Em ê we û şeref û namûsa Şengalê biparêzin’ lê roja ku diviyabû ev soza xwe bi cih bianiyana, ev gel bi komkujiyê re rû bi rû hiştin û reviyan. YBŞ´ê li ser van esasan xwe bi rêxistin kir, ji bo şeref, namûs û dîroka gelê xwe biparêze ket nava tevgerê û çalakiyên aktîf pêk anîn.”


Dewleta Tirk dijminatiya Kurdan dike

Fermandar Mazlûm Şengal derbarê êrîşên dewleta Tirk a û bomberarana Kurdistanê de jî axivî û got: “ Dewleta Tirk ev hefteyek e ku li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê û gelê me yê li Bakur operasyonan lidar dixe. Bi van operasyonan re dostaniya dewleta Tirk a bi çeteyên DAIŞ’ê re îsbat bûye. Bi van operasyonên qirêj, xuya ye ku dixwazin çeteyên DAIŞ‘ê xurt bikin. Bi nêzîkbûna 3’ê Tebaxê re destpêkirina van operasyonan, hêvî û bawerî daye çeteyên DAIŞ‘ê. Dewleta Tirk vê nîşan dide; ‘Em bi we re ne, hûn dijminatiya Kurdan bikin, ev bes e’. Divê her kes vê zanibe ku ev hêza me wê her tim li cem gelê bindest be û li dijî her şêwe êrîşên hundir û derve yên li hemberî gelê me, bersivê bide. Bila dijminê gelê me vê baş zanibin û li gorî wê hesabên xwe bikin.”


Werin em DAIŞ´ê ji xaka xwe derxin

Fermandarê YBŞ’ê alîkariya PDK’ê ya ji bo dewleta Tirk jî şermezar kir û di serî de gelên li herêmê, bang li tevahiya gel û dewletên cîhanê kir ku destekê bidin YBŞ‘ê. Fermandarê YBŞ’ê got, “Werin em çeteyên DAIŞ‘ê ji xaka dewlemend a Rojhilata Navîn derxînin. Di serî de Kurdên Êzîdî em li bendê ne tevahiya gelê me tevlî berxwedana Şengalê bibe. Ji malbatên şehîdên xwe yên re yên ku di vê berxwedanê de şehîd bûne, em sersaxiyê dixwazin û em soz didin ku em ê daxwazên şehîdan bi cih bînin, Şengalê azad bikin.”



CÛDÎ GEVER /SARYA XWÎNDA/ŞENGAL / ANF