Berdevkê Fermî yê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Xebat Şengalî li ser rewşa Şengalê bi taybetî li ser rewşa dawî ya Geliyê Şîlo ji ANF'ê re axivî.

Xebat Şengalî destnîşan kir ku di nava hêzên Şengalê de tekane hêza bi çekên ferdî, bê derfet, bêyî ku çekên giran hebin, bêyî ku piştgiriya balafirên koalîsyonê bigire li hemberî çeteyên DAIŞ’ê şer dike, tenê hêza YBŞ/YJŞ'ê ye.

Şengalî ragihand ku piştî Adara 2016’an hêzên YBŞ/YJŞ`ê li aliyê Geliyê Şîlo gundê Îmcirês û Medîban hatin rizgarkirin. Şengalî got, "Yê ku li Şengalê di çeperan de li ber xwe didin tenê hêzên me bûn. Ji derveyî hêza me ti hêzên din beşdarî rizgarkirina van gundan nebû. Ji ber ku ev gund û Geliyê Şîlo (Geliyê şehîdan) cihekî stratejîk e, di vê dema dawî de bi giştî 7 êrişên çeteyan lê hatin kirin.. Lê belê hemû êrişên çeteyan hatin şikandin. Di encama van êrişan de zêdeyî 200 çeteyî hatin kuştin. Cenazeyê bi dehan çeteyan ketin destê me û gelek cebilxaneyên çeteyan hatin desteserkirin."


‘Ji bilî YBŞ û YJŞ’ê ti hêz li geliyê Şîlo nîne’

Şengalî bersiv da gotinên hinek kesên di vê demê de bi taybetî li ser Geliyê Şîlo agahiyên bê bingeh belav dikin û got, "Hin kes di vê dema dawî de mîna rojên fermanê ketine nava panîkek mezin û wan rojan dijîn. Ew kesên van gotinên wisa dibêjin, mîna DAIŞ`ê ne û ti cudahiya wan ji çeteyan nîne. Armanca van kesan ew e, YBŞ'ê di nava gel de reş bikin û tevlîheviyê derxin. Êdî gelê me gihiştiye wê qeneetê û biryarê ku baweriya xwe bi gotinên wisa vala neyîne."

Şengalî got, "Bila her hêz û alî bizane ku ji derveyî hêzên me yên YBŞ û YJŞ’ê ti hêzên din li geliyê Şîlo nîne û yên gelî û rojavayê çiyayê Şengalê diparêzin tenê em in."


‘Amade ne xwîna xwe bidin’

Şengalî wiha axaftina xwe dewam kir: "Hêzên me amade ne ji bo rizgarkirina her bosteke axa Êzîdxanê xwîna xwe bide û ti carî wê paş de venekişin. Heta yek şervanê me hebe û nuqtek xwîn di laşê me de bigere, em ê ji bo rizgarkirina axa xwe û gelê xwe li ber xwe bidin. Bila her hêz û alî bizanibin em hêzek in ku ne tenê Şengalê û çiyayê wê, em parêzvanê herêmê hemûyî ne."


‘Em spasiya rapora NY dikin’

Şengalî bal kişand ser rapora ku ji aliyê Netewên Yekbûyî (NY) li ser civaka Êzîdî pêşkêş kir û got: "Gelê me di merheleyeke dîrokî re derbas dibe. Îro li Çiyayê Şengalê gelê me li hemberî dijminê mirovahiyê şer dike. Di rapora NY ya li ser fermana 73'an de tê ragihandin ku wê ev ferman weke qirkirina li Ermenî û Cihûyan hatiye kirin, li NY bê naskirin. Ji bo vê hêviya me û gelê me heye ku ev gav demekê beriya demekê bikeve pratîkê. Em spasiya rapora NY dikin ku ev ferman û komkujiyên ser gelê me dit."

Şengalî rizgarkirina Fellûceyê ji aliyê artêşa Iraqê ve weha nirxand: "Rizgarkirina Fellûce ji bo artêşa Iraqê serketineke mezin e. Divê axa Iraqê hemû ji çeteyên DAIŞ`ê were rizgarkirin. Careke din weke Yekîniyên Berxwedana Şengalê em vê serketina artêşa Iraqê pîroz dikin.”


‘Vegerin cih û warên xwe’

Berdevkê Fermî yê YBŞ’ê Xebat Şengalî di dawiya axaftina xwe de ev bang kir: "Her kesê ku xwe wek parêzvanê mafên mirovan bi nav dike, bila xwedî li berxwedana roja me ya îro ya li Kurdistanê derkeve. Her wisa em bang li tevahiya civaka xwe dikin ku li cih û warên xwe, li Êzîdxana pîroz vegerin."


 ANF/ŞENGAL