
Fermandarê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), Mazlum Şengal da zanîn ku pêwistiya Şengalê bi hêzeke hevbeş heye û got: “Ji bo berjewendiyên neteweyî em bang li pêşmergeyan dikin da ku werin em bi hev re li Şengalê fermandariyeke hevbeş ava bikin.”
Fermandarê YBŞ’ê Mazlum Şengal ji rojnameya me re axivî û got divê li Şengalê hemû hêz û partî berjewendiyên xwe deynin aliyekî û diyar kir ku ew wekî hêzên YBŞ’ê ew ji bo fermandariyeke hevbeş amade ne.
Mazlum Şengal da zanîn ku hêzên wan dema li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin, ne ji bo eşîran an jî partiyan şer dikin û axaftinên xwe weha domand: “Em berjewendiyên neteweyî esas digirin û em bawer dikin ku heger hemû hêz vê nezîkbûnê esas bigirin wê tu pirsgirêk dernekevin. Em bang li hêzên din jî dikin ku ne em hev du lawaz bikin, em alîkariyê bidin hev û hev du xurt bikin.”
Çima Medîban û Şîlo
Şengal derbarê êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî çeperên hêzên YBŞ’ê de jî axivî û got: “DAIŞ'ê bi taybetî êrişî çeperên hêzên me yên li Medîban û Şîlo yê kirin. Ji bo ku vê xetê bigire, di nava mehek û nîvê de şeş caran êrişî hêzên me kir. Ji ber ku xeta Medîban xeteke di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de ye û xeteke gelekî stratejîk e. Heger ev xet bikeve destê DAIŞ'ê hem li ser Rojava hem li ser Başûrê Kurdistanê xeteriyeke mezin dide avakirin û dîsa bakûrê Şengalê hemû û başûr dikeve bin tehlûkeyeke mezin.”
‘Çete dixwazin meydana xwe fireh bikin’
Fermandarê YBŞ’ê Mazlum Şengal, bi bîr xist ku berê Medîban û Şîlo di destê DAIŞ'ê de bûn û weha pê de çû: “Hêzên me bi rihê fedaî çûn ser çeteyên DAIŞ'ê û ev herdu herêm ji çeteyan rizgar kirin. Niha çete tenê li Başûrê Şengalê mane.
Hemleyên ku li Minbîcê û Felûceye li dijî çeteyan hatine destpêkirin, tengaviyeke mezin ji bo wan çêkiriye. Çeteyan derbên giran xwarin, ji ber vê jî ketine nava tevgerekê ku meydana xwe fireh bikin. Ji ber vê jî bi çekên giran êrişî ser Medîban û Şîlo dikin.”
‘Hêzên me çeperên xwe ber nadin’
Mazlum Şengal ragihand ku hêzên wan heta niha gelek deverên ku li Şengalê û deverên derdora wê xistine destê xwe û got, “Rexmê ku hêzên me rastî êrişên dijwar jî tên, gavek jî şûnde neavêtine û çeperên xwe parastin. Hêzên me niha xetên ku ji bo çeteyan startejîk bûn girtine. Yek ji van xetan, xeta di navbera Sûriyê û Irakê de ye û ya din jî xeta Baacê ye. Rexmê ku çekên giran jî di destê hêzên me de tunene, li hemberî çeteyan wekî fedaiyan em şer dikin.”
‘Divê Mûsil û Baacê rizgar bibin’
Şengal da xuyakirin ku ji bo ku tevahiya herêmê aram bibe û êrişên çeteyan bên sekinandin, divê Mûsil û Baacê ji çeteyan bên rizgarkirin û weha axivî: “Tenê bi rizgarkirina Mûsil û Baacê tevahiya herêmê dikare aram bibe.”
‘Gel vedigere gûndên xwe’
Mazlum Şengal diyar kir ku gelek malbat vegeriyane cihên xwe û got: “Ji bo em gelê xwe yê vegeriyaye biparêzin divê em van nuqteyên staratejîk ku ketine destê me, biparêzin. Ji bo parastina gel bi sedan keç û xortên Êzîdî beşdarî nava refên YBŞ û YJŞ’ê bûn. Hêzên me gelekî xurt bûne, ne mîna berê ye.
Divê hemû keç û xortên me yên li Ewrûpa jî xwedî li axa xwe derkevin û ji bo parastina gelê xwe cihe xwe di nava refên YBŞ û YJŞ’ê de bigrin.”
Bang li pêşmergeyan kir
Mazlum Şengalî da zanîn ku dema bajarê Şengalê di destê çeteyên DAIŞ'ê de bû, ji hin milan ve hêzên YBŞ, YJŞ, HPG, YJA-STAR û Pêşmergeyan bi hev re di çeperan de bûn û weha dewam kir: “Lê niha bi tu awayî tekiliyên me bi pêşmergeyan re nînin.
Em bang li pêşmergeyan dikin ku ji bo herêma Şengalê em bi hev re fermadariyeke hevbeş ava bikin û bi hev re çalakiyên hevbeş li dar bixin. Em ji bo fermandariyeke hevbeş amade ne. Lê ne ku em hêza xwe li ser hev ferz bikin. Pirsgirêkên heta niha derketî holê jî ji ber wê ne ku fermandariyeke hevbeş nehatiye avakirin.”
Alîkariya Koalîsyonê ji bo YBŞ´ê’
Mazlum Şengalî bang li Hêzên Koalîsyona Navneteweyî jî kir ku ji bo parastina herêmê alîkariyê bidin hêzên YBŞ’ê û got: “Esasên avakirina Koalîsyona Navneteweyî ew in ku alikariyê bidin hêzên li dijî DAIŞ'ê şer dikin. Em bang li hêzên Koalîsyonê dikin ku erka xwe pêk bînin û alîkariyê bidin hêzên me. Di van demên dawî de kêm be jî hêzên koalîsyonê alîkarî da hêzên me. Em hêvî dikin ku alîkariya xwe dewam bikin.”
YENÎ ÖZGÜR POLİTİKA/ŞENGAL
YBŞ: Êrîşa çeteyan hat şikandin
Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê ragihand ku êrişên çeteyan yên pêr ên li dijî Geliyê Şîlo û gundê Medîbanê hatin şikandin, di vî şerî de 10 çete jî hatin kuştin.
Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê derbarê êrişên çeteyan yên li ser Geliyê Şîlo û gundê Medîbanê de daxuyaniyeke niviskî weşand û got: “Pêr danê sibehê saet 04:00´an de çeteyan ji 4 aliyan ve bi hêzeke mezin û wesayitên zirxî êrişî çeperên şervanên YBŞ/YJŞ'ê yên Geliyê Şîlo û gundê Medîbanê kirin. Li hin eniyan şerekî dijwar di navbera hêzên me û çeteyên DAIŞ'ê de rû da. Şerê dijwar saet 13.00´an, danê nîvrojê bi dawî bû, lê li hin cihan car caran şer qewimî. Li her 4 aliyan hêzên me êrişên çeteyên DAIŞ’ê şikandin û gelek çeteyan çekên xwe yên ferdî hiştin û reviyan. Bi qasî ku hatiye zelalkirin, di vî şerî de 10 çete hatine kuştin, 8 jî birîndar bûne û gelek cek û cebilxane ketin destê şervanên me.”
YBŞ’ê da xuyakirin ku ev 3 roj in li herêma Şehîd Dilgeş şer dewam dike û got: “Balafirên kaolisyonê jî li gundê Sikênî yê girêdayî Şengalê çeperên çeteyên DAIŞ’ê 2 caran bombebaran kirin. Lê der barê bomberdûmanê û kuştiyên DAIŞ’ê de ti agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Di van êrişan û şerê piştre qewimî de, tiştek bi heval û şervanên me nehat."
Çeteyên DAIŞ'ê roja 11'ê Hezîranê jî ji 6 aliyan ve êrişî heman herêmê kiribû û li ser bersiva hêzên YBŞ/YJŞ'ê 18 çete hatibûn kuştin û êriş hatibû şikandin.