Fermandariya YBŞ'ê bi daxuyaniyekê bal kişand ser nûçeyên derew ên çapemeniya PDK'ê yên li ser şervanên enternasyonal ên YBŞ'ê û got, "Tabûrek me ya ji şervanên înternasyonalîst heye, ku li dijî DAIŞ'ê têdikoşe." Fermandariyê bi îhtîmam îşaret bi wê yekê kir ku şervan û ciwanên înteryasyonalîst bi daxwaza xwe tên û kengî ji bixwazin, hingê vedigerin welatê xwe û wiha dewam kir: "Şervanê înteryasyonalîst yê bi navê Tomî, beriya mehekê bi daxwaza xwe hatiye û tevlî nava refên YBŞ’ê bûye, li gorî xwesteka xwe kengî bixwaze wê biçe welatê xwe. Her wiha niha jî tabûreke xweser a şervanên înteryasyonalîst di nava YBŞ’ê de heye. Em hatina şervanên înteryasyonalîst girîng û watedar dibînin, tevlîbûna van şervanan ji bo YBŞ’ê moral û coşek e."
Fermandariya YBŞ´ê da zanîn ku PDK astengiya ji şervanên înternasyonalîst re çêdike û wiha dewam kir: "Beriya 2 mehan 8 şervanên înteryasyonalîst dema dixwestin biçin welatê xwe, ji aliyê îstîxbarata PDK’ê (Parastin) li bajarê Dohukê hatin girtin. Nahêlin şervanên înteryasyonalîst werin tevlî YBŞ´ê bibin."
Fermandariyê got, çapemeniya PDK´ê bi zimanê îstîxbarata Tirk MÎT´ê dipeyive û got, "Em careke din van kanalan vedixwînin ku rastiya bûyeran û heqîqetêbînin ziman, û rastiyan berevajî nekin."
ROJNEWS / ŞENGAL