Endamê Koordinasyona Civaka Êzîdî, Zekî Şengalî diyar kir ku gelê Êzîdî tevî ku du sal di ser fermanê re derbas bûn jî, armanc û lîstokên li pişt fermanê pûç kirin. Şengalî got; “Tevlîbûna nav refên YBŞ û YJŞ’ê avakirina Êzidxanê ye.”

Di 3’ê Tebaxa 2014’ê de çeteyên DAIŞ’ê êrîşê Şengalê kirin, bi hezaran xelkê sivîl ên bêparastin qetil kirin. Her wiha bi hezarna jin û keç jî revandin. Gelê Êzîdî ji bo parastina xwe berê xwe da çiyayê Şengalê û herêmên cûdatir. Êzîdiyên ku warê xwe neterikandin, ji bo parastin û rizgarkirina warê xwe, hêzên xwe yên YBŞ û YJŞ’ê avakirin.

Endamê Koordînasyona Civaka Êzîdî Zekî Şengalî ku têkildarî armanca fermana 3’ê Tebaxa 2014’an li hemberî Şengalê got; “Beriya fermanê jî hinek kesan dixwest ku civaka Êzîdî tine bikin. Ev armanc û daxwaza wan pêk nehat. Ji ber ku ev gel dîroka xwe ji hezarên salan digire; wan xwest ku bi şandina çeteyên DAIŞ’ê vî gelî tine bikin."

 

‘Hedefa wan tinekirina vê ola kevnar bû’

Şengalî bi bîr xist ku bi hezaran keç, jin û zarok hatin revandin û bi sedhezaran Êzîdî ji cih û warên xwe bûn û weha dewam kir: "Hedef û armanca mezin a ku dabûn pêşiya xwe, tinekirina ola kevnar a gelê me yê Êzîdî bû û bi rêya vê bandorek neyînî ya mezin li ser şoreşa Kurdistanê dixwestin bikin. Ji ber ku tinekirina gelê Êzîdî, tinekirina Kurd û Kurdistanê bû." 


Rêxistinbûyînê pêşî girt  li qirkirinê

Şengalî îşaret bi girîngiya stratejîk a çiyayê Şengalê ji bo Başûr, Rojavayê Kurdistanê, Sûriye û Iraqê  kir û got, "Bi komkujiya 3’ê Tebaxê dixwestin planên xwe temam bikin. Belê du sal di ser fermanê re derbas bûn, tevî hemû zor û zehmetiyan jî vî gelî li ber xwe da. Îro li gelek qadan xwe bi rêxistin kiriye. Nehiştin ev civaka kevnar û dîrokî were tinekirin. Em bejna xwe ditewînin li ber yên ku rê nedan dijminê mirovahiyê vê civakê tine bike, xwîna xwe rijandin."


Keç û xortên Êzîdî şerekî mezin dimeşînin

Şengalî wekî din bal kişand dewama tehlûkeya ji bo Êzîdiyan û Şengalê û weha peyivî: "Lê hîna jî lîstokên li ser vê civakê didomin. Em di wê baweriyê de ne ku wê gelê Êzîdî li çiyayê Şengalê, rê nede ku ev lîstok bigihin armanca xwe. Pêwîst e her kes vê bibîne, Êzîdî ne Êzidiyên berê ne. Ji bo jin, keç û zarokên destê çeteyên DAIŞ’ê de rizgar bibin, keç û xortên Êzidiyan li hemû cihî ketine pey çeteyên DAIŞ’ê û şerekî mezin dimeşînin."

Endamê Koordînasyona Civaka Êzîdî Zekî Şengalî di dawiyê de jî ev bang kir; “Ez di dawiya axaftina xwe de bang li tevahiya gelê Êzîdî dikim ku hîn bi hêzeke mezintir li Rêber Apo xwedî derkevin. Her kesê ku ji xaka xwe dûrketiye vegere ser xaka xwe. Hêzên YBŞ û YJŞ’ê mezin bikin û tevlîbûna nav YBŞ û YJŞ’ê avakirina Êzidxanê ye. Ji bo avakirina Êzidxaneke azad û demokratîk cihê xwe di têkoşînê de bigirin."


RÊBER ŞINGALÎ / DELÎLA DÎLAN / ROJNEWS / ŞENGAL