Ji Fermandarên YBŞ’ê Dijwar Feqîr diyar kir ku ji bo destpêkirina hemleya Mûsilê demeke diyarkirî tineye û got: “Li Iraqê ji derveyî Mûsilê cihekî din di destê DAIŞ´ê de nemaye. Ev demeke dirêj e ku ji bo Mûsilê amedekarî têne kirin, hinek hêz jî amade ne. Em jî wekî YBŞ amade ne, kengê hemleyê dest pê kir, em ê bidin rê.”

 

Her kes li gorî berjewendiyên xwe nêzî Şengalê dibû

Feqîr destnîşan kir ku gelek hêz ji bo berjewendiyên xwe dixwazin tevlî vê hemleya Mûsilê bibin û ji bo israra beşdariya Tirkiyeyê ya operasyonê jî got: “Niha DAIŞ lawaz bûye û li ber mirinê ye, nû Tirkiye ketiye dewrê. Lê bi van pîlanan diyar dibe ku dixwazin careke din çeteyan bi hêz bikin û li gorî berjwendiyên xwe şekil bidinê. Niha siberoja Mûsilê ne diyar e, hîna zûye em tiştekî bibêjin. Em hêvîdar in ku Mûsilî xwe û dijminê xwe nas bikin. Jixwe statûya Şengalê, li gorî madeya 140´an a destûrê diviya bihata diyarkirin. Şengal berê di navberê de mabû. Her kes li gorî berjwendiyên xwe nêzî Şengalê dibû.”

 

Ji bo gundên mayî rizgar bikin

Di dewama axaftina xwe de Feqîr da xuyakirin ku her kes û her Êzidiyek mafê wî heye axa xwe biparêze û got: “Gelek gundên me hîna di destê çeteyan de ne. Bi sedan keç û xortên Êzidî li bendê ne ku êrîşê çeteyan bikin, ji bo ku gundên mayîn rizgar bikin. Em dixwazin hêzên din yên herêmê jî tevlî hemleyê bibin, ji bo ku em bi hevre şerê DAIŞ’ê bikin. Ger hêzên din tevlî nebin jî em ê wekî YBŞ tevlî hemleya Mûsilê bibin. Li ser xatirê gundên xwe rizgar bikin û esîrên xwe ji destê çeteyan derxin, ev jî mafê me yê rewa ye. Ji ber wê kesek nikare pêşiya me bigire, em bang dikin li kesên ji ser axa xwe derketin, vegerin û em tola xwe rakin.”


Tirkiye bikeve Şengalê wê hesabê giran dibe’

Fermandarê YBŞ’ê got, mafê Tirkiyê nîne were Şengalê, ne gel û kesên din vê qebûl nakin û wiha peyivî: “Yên bi sedan sal êş bi Êzîdiyan dane kişandin, kî wan bîne vir jî wê hesabê giran bide. Gelê Şengalê qet hatina Tirkan a Şengalê qebûl nake, ji ber ku dîrok li ber çavan e û tê zanîn çi bi serê gelê me anîne.”  Ji Fermandarên YBŞ’ê Dijwar Feqîr di dawiya axaftina xwe de got, pêwîst e ji vê seatê û pê ve gelê Êzîdî parastina xwe bike û wiha dewam kir: “Ji ber me dît, di dema fermanê de tenê em li meydanê bûn, bila ev jî ji bo gelê me bibe dersek û li gorî wê hêza rastiya Êzîdxanê diparêze, mezin bike. Gelê me pêwîst e bi lîstokên hêzên derve û yên xêrnexwaz nexape. Pêwîst e gelê me xwe bi xwe di her mijarê de biryara xwe bi xwe bide û nehêle li hêviya kesekî din. Her ferman û her qirkirin, ma ne bes e? Pêwîst e em dawî li van fermana bînin, ji bo wê jî pêwîst e em xwe biparêzin û birêve bibin.”


RİZGAR DENİZ / DELİLA DİLAN / ROJNEWS / ŞENGAL