
Fermandariya YBŞ-YJŞ’ê têkildarî Pêngava Tolhildana Jinên Êzîdî daxuyanî da û diyar kir ku di şerê du rojan de zêdetirê 15 çeteyan hatine kuştin, û hedefa wan rizgarkirina hemû gundên Êzîdxanê û azadkirina dîlan e.
YBŞ û YJŞ’ê pêr Pêngava Tolhildana Jinên Êzîdî da destpêkirin. Bi vê boneyê doh Fermandariya YBŞ-YJŞ‘ê têkildarî Pêngava Tolhildana Jinên Êzidî daxuyanî da û ragihand ku di şerê 2 rojan de zêdetirê 15 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin.
Mayîn tevgerê hêdî dikin
Fermandariya YBŞ û YJŞ‘ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di 12’ê Mijdarê de li hemberî gundên Sewra, Heyale û Sekiniye ên li başûrê Şengalê pêngava rizgarkirinê dane destpêkirin û wiha dewam kir; “Pêngava me bi navê ‘Pêngava Tolhildana Jinên Êzîdî’ ye. Di vê çarçoveyê de di roja yekem a operasyonê de ji pênc aliyan ve êrîş hatin lidarxistin. Di danê serê sibehê de li hemberî 4 girên parastina van gundan êrîş hatin lidarxistin. Di nava demeke kurt de ev herçar gir hatin rizgarkirin. Ji ber hebûna hejmarek zêde ya mayîna li derdorê van giran, tevgera li vir hêdî çêdibe. Her wiha sêgoşeya di navbera Şîlo û Medîvan yên ku parastina gundê Sewra dike jî hat rizgarkirin.“
Dor li gundan hat girtin
YBŞ-YJŞ da zanîn ku ev gir li ser gundan hakim in û ji van giran ew êrîşên ji bo rizgarkirina gundan bi rêve dibin. Daxuyanî îşaret bi destwerdanên çeteyên DAIŞ´ê ên ku tên bi hewara gundan ve dike û wiha dewam dike: “Bi wesayitekê ji bo destwerdana li gir hat, mayîn hat teqandin. Ji sê wesayitên (çeteyan) ji bo alîkariyê dihatin gundê Sekineyê 2 bi temamî hatin rûxandin û şewitîn. Yek ji van wesayitan bombebarkirî bû. Wesayitek jî hat derbkirin. Bi vî şêweyî 3 wesayit bi temamî hatin îmhakirin û yek jî hat derbkirin. Di van şeran de cenazeyê 5 çeteyan ketin destê hêzên me. Li gel wesayitên hatin rûxandin, kuştiyên çeteyan zêdetirî 15’an e.”
‘Hedefa me rizgarkirina hemû gundên Êzîdxanê û dîlên me ye’
Fermandariya YBŞ û YJŞ’ê da zanîn ku hêzên wan ber bi gundan ve bi pêş ve diçin û daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir: “Hêzên me di çarçoveya Pêngava Tolhildana Jinên Êzîdî de, pêşketina wan a ber bi gundên Sewra û Sekiniyê ve didome. Her wiha ji bo qutkirina rêya dinavbera gundê Sekiniye û Siba Şêx Xidir ku çete weke teqwiye bikar tînin, beşek hêzên me ber bi vir ve pêşde diçin.
Hedefa me rizgarkirina hemû gundên Êzîdxanê û azadkirina dîlên me ye.”
Çeteyan cebilxaneya xwe li dûv xwe hişt
Fermandariya YBŞ û YJŞ‘ê diyar kir ku di çarçoveya Pêngava Tolhildana Jinên Êzîdî de li girên rizgarkirî de 50 mayîn hatine bêbandorkirin û çek û cebilxaneyên ji ser çeteyan rakirin jî wiha rêz kirin: Doçkayeke 12,5 mm, gule û zîncîrên wê 3 çekên BKC, gule û zincîrên wê 2 çekên B7 û 20 guleyên wê 5 keleşnîkov, li gel rext û 15 jarjorên wê Demanceyek Glock Durbînek Teleskop 3 bêtêlên Hîdra Telefonek