Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) meşa dirêj a Êzîdiyên li Ewropayê silav kir û got: "Em bang li gelê xwe dikin, ku yekitî û têkoşîna xwe ya demokratîk, di nava her şert û mercî de geş bikin."

YBŞ'ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser van xusûsan: "Di vê pêvajoya dîrokî de, ku civaka me ya Êzîdî firsendeke bi dest xistiye, gelek planên qirêj û amadekariyên êrîşan tên kirin.Li ser vê bingehê, em meşa Meclîsa Şengalê ya li Dîasporayê (MŞD), Sîwana Meclîsa Jinên Êzîdî (SMJÊ) û Yekîtiya Ciwanên Êzîdî silav dikin, ku di 20'ê Adarê de li Dusseldorfê dest pê kir û ber bi paytexta Belçîka Brukselê didome. Ji bo qebûlkirina van daxwazên vîna civaka Êzîdî, ji bo pêşîgirtina li armancên xayin û nokeran, em ê ji niha û pê ve jî bi biryardarî têkoşîna xwe bidomînin. Li ser vê bingehê, em qîrîna we ya azadiyê û vê meşa bi rûmet a li kolanên Ewropayê deng vedide, silav dikin û bang li gelê xwe dikin ku di nava her şert û mercî de yekîtiya demokratîk û têkoşîna xwe geş bikin."


ŞENGAL