Şervanên YBŞ/YJŞ’ê 2 zarokên din jî ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin û radestî malbatên wan kirin. Hêzên YBŞ/YJŞ’ê 2 zarokên din ên Êzîdî ku çeteyên DAIŞ’ê di dema êrîşên li ser Şengalê de ji gundê Koço revandibûn, rizgar kirin. Zarokên ku di encama operasyonek taybet de ji herêma Reqayê hatin rizgarkirin, anîn Xenesorê û teslîmî malbatan hatin kirin. 

Di dema radestkirina zarokan de yek ji fermandarên YJŞ’ê Rozerîn axivî û da zanîn ku wan zarok demek beriya niha ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirine û anîne Xanesorê, lê ji ber êrîşên komên çete yên girêdayî PDK’ê, radestkirina wan hinekê bi derengî ketiye.  Rozerîn bang li hemû ciwanên Êzîdî kir ku tevlî refên YBŞ/YJŞ’ê bibin û xaka xwe biparêzin.  Hêzên YBŞ/YJŞ’ê di 8’ê mehê de jî 3 zarokên ku ji destê çeteyên DAIŞ’ê hatine rizgarkirin, anîbûn Xanesorê û  radestî malbatên wan kiribûn. 


 ŞENGAL