Ji edîtorên govara Paris Match, François de Labarre derbarê berxwedana li hember çeteyên DAIŞ’ê û erkê dikeve ser milê rojnamevanan bersiva pirsên RojNewsê da. Labarre got ku divê rojnamevan werin van derane û hemû rastiyan ji cîhanê re bêjin. Herwiha Labarre di derbarê qedexeya li ser PKK’ê û çareseriya pirsgirêka Kurd de peyamên girîng da.


Hun DAIŞ’ê çawa nas dikin?

Li gorî nêrîna min a şexsî DAIŞ rêxistinekî ku kesên bi pirsgirêk kombûyîn, cahîl û ji bo ku balê bikêşin ser xwe, serî li bûyerên şidetê didine. Ger li hember DAIŞ’ê hevkarî çêbe, wê têk biçe. Li Ewrûpa ev rêxistinane baş nayên naskirin. Tenê tişta ku em dizanin pêşmerge li hemberî DAIŞ’ê şer dike. Gelê li wir vana nizanin. Ez wekî rojnamevanekê dema hatim vê derê min nû karî ez van cûdahiyan bibînim. Em komkujiyên DAIŞ’ê yên beriya salekê dibînin, derdorên ku ji vê yekê aciz, ger bibin yek û berxwedanek hevpar pêşbixin wê wana binbêxin.

Welatên Ewrûpa çima alîkariyek baş nake?

Li gorî min tevgerên ku hûn behsa wan dikin ji ber ku hê jî di nava qada navnetewî de bi şêweyek resmî nayê naskirin yekser alîkarî nadin. Ya rastî ev rewşeke ecêb e. PKK li hember pêkhateyek weke DAIŞ şer dike. Di vê mijarê de rêxistina herî bihêz e. Lê ez bawerim ku bi demê re qedexeya li ser PKK´ê bê rakirin. Pêwîste ez vê pirsê ji parlamenterên me pirs bikim. Bi rastî jî ev bêdengî çiye ezê pirs bikim. Li vê derê erk dikeve ser milê rojnamevanan. Heta niha trajediyên ku di çapemeniyê de hatine belavkirin, tenê çarêka wan hatiye dîtin. Rojnamevanên ku diçin wê derê û hinek dîmen digrin, dema ku dizivirin welatê xwe rastî tehdîtan tê. Bi wan re welatê ku ew lê dijîn tên tehdîtkirin. Pêwîste li rexmê vê rojnamevanên baş werin vê derê û jiyana mirovan ya tê jiyankirin bikêşin, guhdar bikin û ji bo cîhanê ragihînin. Encex bi vî awayî wê qada navnetewî baldar be û gavên bên xwestin werin avêtin.


Êş û qehremanî baş tê dîtin?

Em nikarin pişta xwe bidin van mirovan. Divê em êşên wan parvebikin. Wekî min gotî di vê mijarê de erkek mezin dikeve ser milê medyayê. Demekî gelek ket rojevê û ji gelek cihan jî alîkari hat girtin. Bi kurti divê em êş û qehremaniya wan bi raya giştî bidin nasandin. Beramberê vê, wê ev bê baldarî di berjewendiyê DAIŞ de be. Ez li ser navê xwe di axivim, ez bi xwe divê mijarê de îspatek bibînim bêyî ku ez jê birevim; ezê bidim çapemeniyê. Lê tenê tiştê ku em dibihisin ez binivîsim di aliyê rojnamevaniyê de ne raste. Xwasteka herkesê ewe ku şerê li Tirkiye wextek ji ya din zutir bi dawî bibe. Tirk, Kurd herkes li hember parşeverûtiya DAIŞ’ê şer bikin. Wê bi vê re tevliheviya li Sûriye jî xilas bikin. Xwesteka me ya herî mezin aştî ye.
Dema ez diçim Tirkiyê bi civakek modern re têm beramberî hev. Dîsa kurdên bakur jî pêşketine. Hem siyasî hem jî modernin. Lê ez nikarim ji cihek wekî Musilê re heman tişti bêjim. Li gorî min erkê me ewe  ku em van civakan di astekê de bînin gel hev.


MİSTEFA DELEN/ROJNEWS/SILÊMANÎ